Olga Îvanovna Jîgalîna

Olga Îvanovna Jîgalîna (bi rûsî: Ольга Ивановна Жигалина, Ol'ga Ivanovna Zhigalina, z. 1946 li Krasnovosk, Rûsya - 23ê çiriya pêşîn a 2013an) dîroknaseke rûs bû. Wê serokatiya beşa kurdî ya Enstîtûya Rojhilatnasiyê ya li Akademiya Zanistî ya Rûsyayê dikir.

Olga Îvanovna Jîgalîna
Navê rastî
Ольга Ивановна Жигалина
Jidayikbûn1946 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin23ê çiriya pêşîn a 2013an (73 salî)
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil
EsilRûs
HevwelatîRûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeDîroknas, kurdnas
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejiyan

biguhêre

Jigalîna Olga Îvanovna di sala 1946an de li bajarê Krasnovoskê ji dayîk bû û di sala 1964an de li Moskoyê dest bi xwendina beşa fîlolojiyê kir. Wê di sala 1969an de li Zanîngeha Moskowê di fakulteya fîlolojiyê de beşa roman û germanî qedand û di heman salê de li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya beşa Asyayê (ku serokatiya wê kurdnasê navdar N.A. Halfîn dikir) dest bi kar kir. Piştre di sala 1973an de teza xwe ya aspîrant, di sala 1996an de jî teza xwe ya doktorayê qedand û di sala 2005an de bû profesor.

Olga Jîgalîna di navbera sala 1974-1979an de ji bo karkirinê bi zilamê xwe re çû Îranê: Li wê derê zilamê wê berpirsê buroya APN - Ajans Press Novostî ya Sovyetê li Îranê bû. Dema mayîna xwe ya li Îranê, ew fêrî farisî bû û ji nêz de Îranê nas kir. Piştî vegera xwe ya ji Îranê, li Enstîtuya Rojhilatnasiyê beşa kurdî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê dest bi kar kir, ku wê demê bi înisiyatîfa Yevgenî Prîmakov hatibû ava kirin û serokatîya wê Manvel Hasretyan dikir. Prîmakov wê demê her wiha hinek pisporên din jî anî beşa kurdî û bi vî havî dest bi lêkolînên li ser pirsa Kurdistanê kirin. Di vê çarçovê de Olga Jîgalîna wek pispora Kurdistana Îranê dest bi kar kir.

Di sala 2004an de piştî xanenişînkirina profesor M.S. Lazarêv, Jîngalîna li şûna wî bû seroka beşa kurdî ya Enstîtûya Rojhilatnasiyê.

Kesayetiya wê

biguhêre

Olga Jîgalîna wek miroveke nefsbiçûk, bi disîplîn û mêvanperwer dihat zanîn. Di karên xwe yên zanistî de jî gelek bi rêk û pêk bû. Ew tevlî gelek konferansên li Sovyet, Rûsya û yên navneteweyî bû: Wê di hemû konferansan de her dem bi erênî gotarên xwe yên di derbarê tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê de pêşkêş dikir.

Olga Jîgalîna bi gelek berpirs û serokên tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanê hevnas kar dikir. Meriv kane bêje ku ew kurdan gelek ji nêz ve nas dike.

Berhemên wê

biguhêre

Olga Jîgalîna xwedîyê gelek berhemên di derbarê pirsa Kurdistanê de ye û hinek ji wan ev in:

  • Kurdên Kermanşahê beriya yekemîn şerê cîhanê. Moskow 2008, 288 r.
  • Kurdên Xanê Horosanê ji dawîya qirnê XIX heya destpêka qirnê XX. Moskow 2002 , 247 rûpel
  • Kurd û Kurdîstan. 1986 Moskow.
  • Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Îranê. Moskow 1990.
  • Mustefa Barzanî - serokê tevgera rizgarîya netewî ya Kurdistana Îraqê. Moskow 2010.
  • Tekoşîna ji bo aftonmîya Kurdistana Îranê. Moskow 1980.

Gelek pirtûkên wê ji bo zimanê kurdî hatin wergerandin. Herwiha, wê di gelek pirtûkên din ên kolektîv ên ligel pisporên din de cih girtiye. Ji bilî wan, bi sedan meqale, raport û bulten di derbarê pirsa Kurdistanê de çap kiriye.

Olga Îvanovna Jîgalîna, di 23ê çiriya pêşîn a 2013an de li Akademiya Zanistên Rûsyayê li odeya xwe ya beşa Kurdolojiya Enstîtûya Zanistên Rojhilat di encama Mirina masûlkeyên dil de jiyana xwe ji dest da..[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Jineke zanist ya ku jiyana xwe da ser Kurdolojiyê: Jîgalîna". Ajansa Nûçeyan a Firatê. 26 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2022.

Girêdanên derve

biguhêre