Nimêj

îbadetekî misilmanan
(Ji Nimêj (selat) hat beralîkirin)

Nimêj, (limêj, mêj) an jî selat (bi erebî: صلاة الجماعة‎‎, lat. ṣalât-ul-câmiʿa) di Îslamê de cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin.

Nimêj
Zilamine misilman ku li mizgefta Bangladeşê nimêj dikin rû dixin.

Nimêja di îslamê de biguhêre

Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.

Curên nimêjê biguhêre

  • Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înê (ji bonî zilaman) yê.
  • Nimêjên ku wacib in: Nimêja witr (sê riket nimêja ku piştî eşayê tê kirin) û nimêjên cejnan.
  • Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.

Rekatên nimêjê biguhêre

Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.

Dema nimêjê Sunnetên ku berî ferzan tên kirin Ferz Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin Witr Tevahî
Sibe 2 2 - - 4
Nîvro 4 4 2 - 10
Esir/Piştî Nivro 4 4 - - 8
Mexreb/Êvar - 3 2 - 5
Eşa/Şev 4 4 2 3 13

[1][2]

Ferzên nimêjê biguhêre

Ferzên nimêjê 12 in. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.

Li gora mezhebên Şafiî û Henefî şertên nimêjê:

  • bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
  • paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
  • por kirina bedena xwe
  • Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
  • gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
  • nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî sunnet e yanî kirina Mihemmed Pêxamber e.

Ruknên nimêjê

  • Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîrê dest bi nimêjê kirin
  • Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
  • Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
  • Rukû': Xwe xwar kirin
  • Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
  • Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
  • Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.

Tiştên nimêjê xera dikin biguhêre

  • Qise kirin
  • Xwarin yan jî vexwarin
  • Bi dengekî bilind kenîn
  • Ji yekî din re silav dan yan jî silava yekî din girtin
  • Guherandina hêla Qible yê
  • Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
  • Bi zanebûn kuxîn (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
  • Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûn
  • Pifê tiştekî kirin
  • Qurana Pîroz xera xwandin
  • Xerabûna destnimêjê
  • Gava di nimêja sibê da roj hil were
  • Bîrva çûn û dîn bûn.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "How many Rakat in Salat | Salah | Rakaat | Namaz". islamicacademy.org. Roja gihiştinê 23 nîsan 2022.
  2. ^ "Islamic Prayer Times in Mountain Time Zone · Penny Appeal Canada". Penny Appeal Canada (bi îngilîziya kanadayî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2022.