Çiyayê Bêllî
Çiyayê Bêlî yan jî navê ku îro pê tê zanîn Çiyayê Nemrûdê yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ye. Ev çiyayekî sîstema Rêzeçiyayên Torosan e û dikeve nava sînorê parêzgeha Adiyemanê. Bilindahiya çiyayê ku 86 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê Semsûrê ye, digihêje 2,134 metre û rûerda wî 11 hektar erd e. Di sala 1987an de çiyayê Bêlî ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye diyarkirin.
Çiyayê Bêlî | |
---|---|
Bilindayî | 2150 m |
Cih | Kolik, Semsûr, Bakurê Kurdistanê |
Zincîreçiya | Rêzeçiyayên Torosan |
Koordînat | 37°58′51″Bk 38°44′27″Rh / 37.9807°Bk 38.7408°Rh |
Nexşeya cihan Adiyeman
| |
Cure | Zincîreçiya |
Di nîvî lûtkeya çiyayê de parêzgeh û gora keyên Komagênêyê hêne. Ev karpêk ji aliyê keyê Komagênêyê Antîoxos I Theos (69–36 b.z.) û bavê wî Mîtradates I Kallinikos ve (109–69 b.z.) hatine çêkirin. Tê diyarkirin ev peykerên li vir ji bo wek nîşana aşitiya xwedawend ên yewnan û persan hatine avakirin. Antîoxos ji pê li textê rûnişt re navlêka "Theos" (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Di sala 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hate lêkolîn kirin û kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kir. Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Bêllî sê banokeyan rojhilat, rojava û bakur hene. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.
Dîroka kevnar
biguhêrePerestgeha dînî ya ku li Çiyayê Belî hatibû avakirin ji bo vejandina kevneşopên persiyên yên komageneyê beşek ji bernameya siyasî ya Antiochus bû. Ji bo çêkirina van peykeran kevneşopiyên siyasî û dînî yên Kapadokya, Pontus û Ermeniyan li hev kir û çêkirina peykeran temam kir. Antîochos bi adetên mîrên Mîthrîdatîk ên Pontusê layîn dike, eslê ji Axamenîsiyan û Selûkiyan bibîr dixe. Yek ji beşên bingehîn ên vê nasnameyê jî pantheona Yewnanî-Îranî ya ku nû hatiye avakirin û li perestgehên taybetî yên li Komageneyê dihatin perizîn.[1]
Banokeya bakur
biguhêreBanokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehê lê kom dibûn.
Banokeya rojava
biguhêreLi banokeya rojava pênc peykerên runiştî yên bi bilindahiya 9 m hene. Ew banoke cihiye herî pîroza parêzgehê bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hev in, lê karkeriyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antîoxos I û êzidok Tîke; Zeus-Ahûra Mezda; Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês; û Artagnês-Hêraklês-Arês hene.
Banokeya rojhilat
biguhêreLi vê banokê pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çepê de berve rastê bi navê xwe yên yewnanî û farisî wiha ne:
- Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês (bi yewnaniya kevn: Μίθρος Ἀπόλλων Ἥλιος Ἑρμῆς, lat. Míthros Apóllōn Hḗlios Hermês)
- Xwedawane Komagênê (Hêra)
- Zeus-Ahûra Mezda (bi yewnaniya kevn: Διός Ὠρομάσδης, lat. Diós Ōromásdēs)
- Ezidok û key Antîoxos I Theos
- Artagnês-Hêraklês-Arês (bi yewnaniya kevn: Ἀρτάγνης Ἡρακλῆς Ἄρης, lat. Artágnēs Hēraklês Árēs)
Galerî
biguhêre-
Çiyayê Nemrûdê Kelepora Cîhanê ya UNESCO di 1987an de
-
Çiyayê Bêllî li zivistanê
-
Banokeya bakur
-
Banokeya rojava
-
Banokeya rojhilat
-
Çiyayê Bêllî
-
Mithras
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- (inglîzî) Malpera Mezreka Nevnetewiya Nemrûd, bi tirkî, îngîlîzî, almanî, holandî Girêdana arşîvê 2006-07-27 li ser Wayback Machine
- (fransî) Les sculptures du Nemrud Dagh
- (tirkî) Malpera Parastina Nemrud
- "IGLSyr 1 1 - PHI Greek Inscriptions". epigraphy.packhum.org.