Nemabûyî
Nemabûna cureyekî, di biyolojî û ekolojiyê de tê wateya bi dawîbûna hebûna cureyê, lewma biyosfer biçûk dibe. Cureyek bi mirina endamê/a dawî, dibe nemabûyî. Kurtebira EX ku navneteweyî ye, ji peyva extinct tê.
Gelek ajal berî hebûna mirovan li ser rûyê erdê nema bûne (mînak: dînezor). Lê di lîsteya Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê de tenê cureyên di dema nêzîk de nemabûne hene (Dodo, Gurê Tazmanyayê, Rûviyê Falklandê hwd.).
Bi giştî hinga endamê/a dawî yê/ya cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin, lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cureyê pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak; bi tenê cureyê nêr ê kûsiyên Girava Pîntayê maye. Lewma ev kîso nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye yan na. (Mînak; Yûnisên Çînê yên Robaran) Di rewşa wisa de ew cure weke bi bilindtirîn xetereya nemabûnê têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin. Ji ber ku gengaz e, endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, takahe weke nemabûyî dihate pejirandin, lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li Nû Zelendayê hê hene. Hinga rewşa wisa pêk hat, ew cure bi dabeşandina Lazarus tê lîstekirin.
Gelek sedemên nemabûna cureyan hene. Mînak; tê bawerkirin ku dînezor ji sedema meteorekî nema bûne.[1] Herwiha cureyên di serdema qeşayê de nikarîbûn li hemberî guhertina germbûna hewayê bijîn, lewma ev bûyer dibe sedema tunebûna wan (Mînak: Mamut). Dîsa jî, ji bo nemabûna cureyan sedema herî mezin mirov in.[2] Bi destê mirovan, nêçîrvanî, lewitandin, guhertina cureyan pêk tê. Bajarvanî û pêşdeçûna endustriyê cihê ajalan teng dike û jiyana wan dike bin xetereyê. Li gorî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ji sala 1500î heta 2002yan 759 cure nema bûne.[3]
Herwiha binêre
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Alvarez, LW, Alvarez, W, Asaro, F, and Michel, HV (1980). "Extraterrestrial cause for the Cretaceous–Tertiary extinction".
- ^ http://science.jrank.org/pages/2467/Endangered-Species.html
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 tebax 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 îlon 2011
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)