Kûsî
Kûsî, kosî, kîso | |
---|---|
Kûsî | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Sauropsida |
Kom: | Testudines Linnaeus, 1758 |
Kûsiyên deryayê (bi rengê heşîn); kûsiyên bejî (bi rengê reş) |
Kûsî an kosî an jî kîso, cureyekî xijende ye ku dikeve koma xijendeyên qalikdar (Testudines).
Şayîs
biguhêreKûsî canewerekî pir hêdî ye. Ku meriv dibîne serê xwe kaşî qalikê xwe dike. Ku meriv dike destê xwe hema aveke gewr berdide.
Etîmolojî
biguhêreEtîmolojiya peyvên kûsî, kosî û kîso li gorî zimannasê amerîkî Michael L. Chyet ev e: (bi sanskrît: kasayápa- [1]; avestayî: kasyapa- [1]; farisiya navîn: kaşawag [1]; bi farisî: kaşav; bi soranî: kîsell, zazakî: kesa).
Li hin deran bi navê kosî, kîso, req û şkevlatok tê naskirin. Cureyê kûsiyan ku di avê de dijî dibêjinê kûsiyê avî an req an jî reqesêl. Di behrên mezin ên cîhanê de jî çend cureyên kûsiyên deryayê hene wek kûsiyê deryayê yê kesk.
Famîleyên kûsiyan
biguhêre- Kûsiyê Aldabrayê (Geochelone gigantea)
- Kûsiyên Gîneya Nû (Carettochelyidae)
- Chelidae
- Kûsiyên deryayê (Cheloniidae)
- Chelydridae
- Kûsiyên çeman ên Amerîkayê Navîn (Dermatemydidae)
- Dermochelyidae
- Kûsiyê avî (Emydidae)
- Reqên avî (Geoemydidae, berê: Bataguridae)
- Kinosternidae
- Pelomedusidae
- Platysternidae
- Reqên bejî (Testudinidae)
- Trionychidae
Pêşangeh
biguhêre-
Kîso (kûsiyê bejî)
-
Kûsiyê deryayê yê kesk (Chelonia mydas)
Kûsî û folklora kurdî
biguhêreDi ola zarokan de ev canewerekî xerab e. Dibêjin ku rêq gotiyê "ku qalikê min tunebûna min yê çel keçik avis bikira". Qalikê çêlikên kûsiyan yê vala li malan ji bo xemlê dardixin.
Wekî din, ji çîrokên kurdî ev çîroka li ser dûpişk û req heye: "Dûpişk u kîsell", li pirtûka Es'ed Zengene, Cegirgoşekan, 3, r. 10-15.
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c Michael L. Chyet (2003)
Girêdanên derve
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Kûsî de hene