Necat Zivingî (fermî: Necat Zanyar, jdb. 1982, Ziving, Kercews, Batman, Bakurê Kurdistanê), parêzer, nivîskar û helbestvanê kurd e. Aktîvîstê siyaset û civaknasîya Kurdistanê ye. Pênc pirtûk weşandine.

Necat Zivingî
Necat Zivingî li GSMê, Wênegir: Masum Elmas
Navê rastî
Necat Zanyar
Jidayikbûn1982 (41–42 salî)
Zivingê, Kercews, Batman
PîşeParêzer, nivîskar, helbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd, Hebizbinî
HevwelatîTirkiye
Berhemên navdar
  • Zembîlfiroş
  • Stêrkên Edebiyata Kurdî
  • Evdirehîm Rehmî Hekkarî
  • Akıl ve Aydınlanma Said Nursi
  • Sews
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Di sala 1982yan de li Zivingê ji dayik bû. Zivingê gundekî bi ser navçeya Kercewsê ya Batmanê ve ye. Wek Zivinga Hebizbiniyan û Zivinga Daleqandî jî tê zanîn. 6-7 salên xwe yên zarokatiyê li gund derbas kir. Dibistana seretayî, navendî û lîse li Batmanê xwend. Di sala 2002yan de ji bo zanîngehê çû Kocaeliyê. Pênc salan li Kocaeli û Stembolê ma. Di salên zanîngehê de kovareke kurdî û tirkî weşand.[çavkanî hewce ye] Di sala 2007an de ji Zanîngeha Kocaelî beşa Huqûqê destûrname wergirt. Piştî wê li Zanîngeha Mêrdînê ya Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiyê xwend.

Karname biguhêre

Piştî qedandina zanîngehê, çûye bajarê Diyarbekirê û dest bi parêzeriyê kir. Tevlî kar û xebatên civakî û siyasî bû. Di rêveberiya dezgeh û partiyan de cih girt. Di gelek konferans, komxebat û civînan de li ser doza Kurdî axivî. Di heman demê de, 2 salan li ser çanda medrese û tekyeyan lêkolînên sehayê kirin. Lêkolînên xwe di rojname, radyo û televîzyonan de weşandin. Bi navê xwe û bi nasnavên cuda, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsîn. Kovareke Kurdî derxist[çavkanî hewce ye] û 3 salan weşankariya wê domand. Bernamevaniya televizyonê kir. Gelek helbestên klasîk, bi taybet ên Melayê Cizîrî bi deng kirin. Di destpêka sala 2020î de paşnavê xwe yê tirkî bi biryara mehkemeyê guherand û Zanyar wek paşnavê fermî ji bo xwe hilbijart.

Pirtûk biguhêre

Zembîlfiroş biguhêre

Bi kurdî ye. Cûreyê lêkolînê ye. Li ser destana Zembîlfiroşî hemî deq û tekstên heyî di xwe de dihewîne. Di berhemê de kurteya çîrokê bi zimanê tirkî jî heye. Cara yekem di sala 2012an de hat çapkirin.

Stêrkên edebiyata kurdî biguhêre

Bi kurdî ye. Cûreyê antolojiyê ye. Jiyan û helbestên mînak ên 33 navdarên Kurd di xwe de dihewîne. Cara yekem di sala 2014an de hat çapkirin.[1] Ev pirtûk, di sala 2021ê de ji aliyê Necat Zivingî ve hat nûkirin, hinek beş jê hatin derxistin, hinek lê hatin zêdekirin û ji nû ve hat weşandin.

Zana û rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekkarî biguhêre

Bi kurdî ye. Cûreyê biyografiyê ye. Derbarê jiyan, raman, gotar û helbestên Evdirehîm Rehmî Zapsû de ye. Cara yekem di sala 2015an de hat çapkirin.[2]

Hiş û ronakbûn Seîd Nûrsî biguhêre

Bi tirkî ye. Navê Pirtûkê "Akıl ve Aydınlanma Said Nursi" ye. Cûreyê biyografiyê ye. Di çarçoveya hiş û ronakbûnê de, jiyan û hizrên Seîdê Kurdî dinirxîne û nîqaş dike. Hewla wî ya ronakbûna misilmanan û çareserkirina Doza Kurdistanê derdixe pêş. Cara yekem di sala 2020î de hat çapkirin.

Sews biguhêre

Bi kurdî ye. Cûreyê helbestê ye. 77 helbestên Zivingî di xwe de dihewîne. Cara yekem di payîza sala 2020î de hat çapkirin.[3]

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre