Navê min Sor e (pirtûk)
Navê min Sor e (bi tirkî: Benim Adım Kırmızı) romaneke Orhan Pamuk e, ew xwediye Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2006an e. Romanê di sala 2003an de xelata International IMPAC Dublin Literary Award û xelata fransî ya Prix du meilleur livre étranger, û di sala 2002an de jî xelata îtalyayî ya Premio Grinzane Cavour wergirtin.
Navê min Sor e | |
Nivîskar | Orhan Pamuk |
Sernavê xwemalî | Benim Adim Kirmizi |
Wergêr | Mistefa Aydogan |
Weşanxane | DOS Basim Yayim |
biguhêre ![]() |
Kitêb ji aliyê Mistefa Aydogan ve li zimanê Kurdî hatiye wergerandin.
Lehengê serekî di romanê de mînyatûrîstekî Osmanî ye. Kitêb li ser kuştina nîgarkerekî ye û Orhan bi awayekî paşmodernane li ser babetî dinivîse. Orhan felsefe, evînî û sihrê têkhil dike û bi vegêrana neh rojên befrî yên zivistana sala 1591an pencereyekê li hukmê Siltan Miradê Sêyê vedike.
![]() | Ev gotara li ser pirtûkekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |