Naslî (jdb. 1989, Hewlêr, payxexta Kurdistana başûr) hunermendeke ciwan a kurdên soranîaxêv e û bi stîla xwe ya nujên di nava Popa kurdî navdar e.

Naslî ji ber stîla xwe ya zor nûjên û klîbên xwe yên balkêş car caran tê rexnekirin. Herwiha, stîla Naslî û çend hunermendên din ên jinên başûr (wek Deşnê Murad), weke hewldaneke emansîpasyona civakî û hunerî ya jinên kurd kare bê bi nav kirin.

Li gorî malpera rojevakurd.com hunermenda ciwan a ku li Swêdê mezin bûye dîtinên xwe yên derbarê muzîka kurdî ya nûjên wiha diyar dike:

"Cîhana hunerî û strangotinê di guhertinên berdewam de ye. Pêwîst e muzîka kurdî jî bi hemû stayl ên muzîka cîhanê bê zengîn kirin. Pêwîst e hemû curên muzîkê di nav strana kurdî de bin da ku zengîn bibe. Em karek nû dikin û ez tênagehim çima hindek me bi têkdana strana kurdî tawanbar dikin. Bila hindek karên nû bikin û hindek din jî mijûlî strana resen û folklorê kurdî bin."

Çavkanî biguhêre

Rojevakurd.com: Hunermend Naslî videoklipa xwe ya nû weşand Girêdana arşîvê 2012-06-17 li ser Wayback Machine