Nûrî Iskender

Muzîknasê suryanî

Nûrî Iskender an jî Nouri Iskandar (bi suryanî: ܢܘܪܝ ܐܣܟܢܕܪ, bi erebî: نوري إسكندر‎: Nuri Iskandar, jdb. 1938 li Dêra Zorê, Sûrî - m. 25 kanûna pêşîn 2023), muzîknas û kompozîtorekî suryanî (asûrî) bû. Ew bi xebatên xwe yên muzîka gelerî ya suryaniyan û muzîka dêra suryanî tê naskirin.

Nûrî Iskender
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Dêra Zorê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
AwazdanerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jiyana wî biguhêre

Nûrî Iskender di 1938an de li Dêra Zorê ji dayika xwe bûye. Malbata wî asûriyên xelkê Rihayê bû. Malbata wî di sala 1941ê de koçî Helebê kir û ew tevlî komela scoutên ortodoks a Sûriyê bû û li wir dersên xwe yên pêşîn ên muzîkê xwend. Iskenderî di navbera 1959 û 1964an de li Enstîtuya Bilind a Muzîkê ya Zanîngeha Qahîreyê xwend û bawernameya xwe ya B.A. (Bachelor of Arts) di muzîkê de wergirt[1][2].

Iskender di destpêka salên 1970î de dest bi berhemkirina muzîka gelêrî ya suryaniyan dikir, stranên populer ên wek O Habibo, Zliqe frisi, Lo tehfukh û hwd[3]. Dema ku vegeriya Sûriyê, çendîn koro damezrandin û di sala 1973an de beşdarî yekemîn Festîvala Muzîka Asûrî ya Nûjen li Bêrûta Libnanê bû. Tevî muzîkvanê libnanî Wadi al-Safi hin stranên gelêrî yên asûrî (suryanî) pêşkêş kirin[3].

Wî çend operetên bi suryanî û erebî jî amade kirin, yek ji wana ܦܪܩܐܢܐ Furqono bû. Iskender rêveberê Xwendegeha Muzîkê ya Helebê jî bû[3].

Mirina wî biguhêre

Nûrî Iskender di 25ê kanûna pêşîn a 2023an de çû ber dilovaniya xwedê[4].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Nouri Iskandar". Qeenatha. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 gulan 2022.
  2. ^ Zeitoune, Abboud (2007). Music Pearls of Beth-Nahrin: An Assyrian/Syriac Discography Music (bi almanî û îngilîzî). Wiesbaden, Germany: Abboud Zeitoune. ISBN 9783931358099.
  3. ^ a b c "Nouri Iskandar". SyriacMusic.com. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2011.
  4. ^ https://www.youtube.com/watch?v=3h_FGKywwH8