Muzaffer Ayata (jdb. 1ê kanûna paşîn 1956 li gundê Têzxerab a Siwêrekê, Bakurê Kurdistanê) yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê ye.

Dibistana bingehîn (berê 5 sal bû) li gundê xwe, dibistana amadeyî jî li Enqereyê bidawî dike. Li Enqereyê hevnasîna wî bi damezîrênerê PKKê Abdullah Öcalan re çêdibe û dikeve nava xebatên siyasî.

Di 17ê adarê 1980yî de Ayata ji aliyê hêzên romiyan (tirk) ve tê girtin. Lê êşkenceyên mezin tên kirin û wî davêjin Zîndana Amedê ku li cîhanê bi barbarî û êşkenceyan nav daye. Cezeyê îdamê didin wî. Zêdetirî 20 salan li zîndanên tirkan dimîne.

Derketinê tevlî partiya legal a kurd HADEPê dibe. Sala 2002 mecbûr dimîne diçe Almanyayê. Almanya li mafê penaberiyê nade wî. Li ser daxwaza Tirkiyeyê Almanya jî wî didarizîne û di nîsana sala 2008î de bi cezayê sê sal û nîvê tê cezakirin. Di çiriya pêşîn a 2009î de ji zîndanên alman derdikeve.

Pirtûk (bi romî) biguhêre

  • Savunmam. Hak ve Adaletten vazgecmeyecegim. - Berevaniya min. Dê dev ji maf û dadê bernedim Neuss 2009
  • Tarihe ateşten bir sayfa: Diyarbakır zindanı. - Ji dîrokê re peleke agirî: Zîndana Amedê 1999