Muhsin Özdemir (jdb. 1970), nivîskar û wergêrê kurd e. Di sala 1970î de li gundê Zivinga Şikakan a ser Findika Botanê hatiye dinyayê.

Muhsin Özdemir
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Özdemir dibistana seratayî li Zivinga Şikakan xwend. Dibistana navîn û amadehî li bajarê Wanê qedand. Piştî sala 1991ê tevlî tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber birîndariyê û sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt ma. Di sala 2003yan de li Ûrmiyeyê hate girtin. Di zindanê de bi rêya çûyîna dibistanê hînî Farisî bû. Hin defetên wî çêbûn ku di zindanê de li ser dîrok û wêjeya kurd û farisan bixwîne. Her weha bi saya hebûna pirtûkên kurdî yên bi zaravayê soranî fêrî soranî bû.

Di sala 2005an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Heta gulana 2010an jî di zindanên wek Colemerg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandere ya Rîzeyê û Licêya Amedê de ma. Di van salan de pirtûkên kurdî xwend. Romana xwe ya bi navê Sê tilìlî li zindana Licê nivîsî û di sala 2010an de ji Weşanên Ronahî derket.

Niha li Batmanê dijî. Piştî derketina ji zindanê, di bin navê “Ferhenga Çiyan” de dest bi nivîsandina gotaran kir. Ev gotar bi pirranî di rojnameyên herêmî û kovara Şaredariya Batmanê de derdiketin.

Berhem biguhêre

  • Sê Tilîlî. Roman, Weşanên Ronahî, 2011.

Pirtûkên ku Muhsin Özdemir wergerandine kurdî biguhêre

  1. Sohrab Sepehrî/Dengê Lingê Avê/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir
  2. Furûx Ferroxzad/ Em Îmanê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin/Hel-best/Weşanên Ronahî/Diyarbekir
  3. Furûx Ferroxzad/Hemû Berhemên Furûx/Helbest/Weşanên Rona-hî/Diyarbekir
  4. Şêrko Bêkes/Hemû Helbest(bi alîkariya Sîrwan Rehîm)/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir/2013
  5. Sadiq Hidayet /Bûmê Kor/Wergera ji Farisî/Roman /Weşanên Na/Îzmîr /2013
  6. Ji Başûr Barana Helbestê/Şêrko Bêkes /werger : Muhsîn Ozdemîr-Sîrwan Rehîm/. Weşanên Ronahî/Amed/2014
  7. Şanoya Dayîka Niştiman û Şanoya Koşka Miradan. Lêkolîn -Şano/Werger û Berhevkirin: Muhsîn Ozdemîr /Weaşanên Na/Îzmîr/2015