Muhemmed Îqbal
Muhemmed Îqbal (bi ûrdû: محمد اقبال) di sala 1873an de li welatê Pakistanê li bajarê Siyalkutê hatiye dinê. Ew alim, helbestvan, fîlozof û siyasetmedarekî pakistanî bû.
Muhemmed Îqbal | |
---|---|
Navê rastî | محمد اقبال |
Jidayikbûn | 1873 Siyalkut |
Mirin | 21ê nîsan 1938 |
Esil | Pakistanî |
Hevwelatî | Pakistan |
Destûrname | Mewlana, Friedrich Wilhelm Nietzsche û Henri Bergson |
Pîşe | Alim, helbestvan, fîlozof û sîyasetmedar |
Dîn | Îslam |
biguhêre |
Zanistiya wî yê yêkem li ser Qurana Piroz bûye. Di piştî xilas kirina medreseyê, Îqbal bi alikariya mamosteyên xwe yên zimanê erebî û farisî, dest bi xwendina edebiyata îslamî kiriye. Dûre jî li bajarê Lahor ê zanîngeh xwendiye û li fakûlteya zimannasiya rojhilat bi xwe mamostetî kiriye. Di van salan de wî gellek helbest jî nivisandiye û weşandiye.[1]
Di sala 1905an de Îqbal li zanîngeha Cambridgeê ya Brîtanyayê li ser felsefe û îqtisadê mezûn dibe. Li paytexta Londonê sê salan dimînî û li vir li fakûlteya ziman û edebiyata erebî mamostetiyê dike û gellek konferansan li ser ola îslamê dide. Dîsa di van sê salan da Îqbal li ser dadmendiyê dixwinî û di piştî girtina diplomaya dozgertiyê, tere Amanyayê û li zanîngeha Munihê li ser felsefeyê doktora xwe dike. Gava ku Îqbal di sala 1908an de vedigerî li Hindistanê di hêla xandewanên xwe da bi coşekî mezin tê pêşwazîkirin.[2]
Dûre Îqbal bi salan beşdarî siyaseta welatê xwe dibe û di hêla pirr mirovan da tê qebûlkirin. Îqbal li ser siyasetê aha gotiye:“ Siyaset; kar kirin û ji bo rûmet û mezintiyê davet kirine.“[1]
Helbest û nivisên wî li ser misilmanên li Hindistanê di serxwebûna li dijî Brîtanyayê de û di damezrandina Pakistanê de bandûrekî gellekî mezin kirine.
Iqbal di piştî nexweşiyeke giran û dirêj, di 21ê nîsana 1938an da tere heqiya xwe.
Helbestên wî
biguhêre- Esrâr-ı Hodî (1915)
- Rumûz-i Bî-hodî (1918)
- Peyâm-ı Maşrik (1924)
- Bang-i Dera (1924)
- Zebûr-i Acem (1927)
- Cawidname (1932)
- Misafîr (1934)
- Bâl-i Cibrîl (Perrê Cebraîl,1935)
- Pes Çi Bâyed Kerd Ey Exwâm-i Şerq (1936)
- Zarb-i Kelîm (1936)
- Armagan-i Hîcaz (1938)
Çavkanî
biguhêre- ^ a b "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 19 çiriya paşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2014.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://books.google.fr/books?id=Okxr1alsVqIC&hl=tr