Ev helbest ji aliyê helbestvanî cihû ê Aûstriyayî Erich Fried hatiye nivîsandin.

Miriyên we- Filistînî ji Siyonîstan re dibêjin

Miriyên we Dêûbav û kalûpîrên we yên mirî

Xwîşk û birayên we yên mirî

Yên ku hûn timî wan xwe bi wan ve girêdidin

Miriyên we yên ku di destê we de koz in

Miriyên we ku hûn bi riya wan dihêlin pereyan bidin we

Weke tazmînatê

Ew êdî ne miriyên we ne

Miriyên we ji dest we çûn

Ji ber ku miriyên we

Mexdûrê kujer û qatilan bûn

Yên mafdar, yên bindest

Yên nedesthilat, yên ku zor û zext li wan dihat kirin

Şervanên Berxwedanê yên hatin kuştin

Û zarokên wan

Ew miriyên we bûn

Lê niha hûn bûn desthilatdar û qatil

Û dema xwe diparêzin, hûn bombeyan diavêjin ser serê mexdûrên xwe

Hûn kesên ne desthilat û bêtaqet ji xanîkên wan dikin der

Hûn bi lez bi panzêrên xwe dikin qiyamet û tên

Hûn dihêlin jehr mîna reşîşên baranê

Ji balefirên we bibare

Bi ser erdên me de

Û (hûn) napalmên xwe bi ser jin û zarokên me de (dibarînin)

Gelo hûn bawer dikin ku miriyên we wê we nas bikin

Veşartî di panzer û balafirên xwe yên şer de?

Miriyên we aliyê xwe guhertin bûn yên me

Mexdûr ber bi mexdûran ve

Bindest ber bi bindestan ve

Ji ber ku kesên hatin qetilkirin, xwîşk û birayên kesên hatin qetilkirin in

Û ew ne (xwîşk û bira)yên qatilan in

Miriyên we êdî naxwazin we nas bikin

Miriyên we êdî mêvanê miriyên me ne

Ew hewl didin dilê wan rihet bikin (û dibêjin) dibe ku tenê

hûn ji nezanî û ehmeqiyê dikin, vê tişta hûn dikin

Lê miriyên we dibêjin hûn timî gelekî bi aqil bûn

Zarokên herî biaqil ên dinyayê

Û ew nikarin êdî we fêm bikin

Û miriyên me dixwazin wan haş bikin û dibêjin

Hêza desthilatdaran hûn evqasî mest kirine û gêj kirine

Û dibe ku ji berdêla hûn bi rengekî bimirin ku miriyên we êdî we nas nekin

Hûn bibînin û erê, hûn jê vegerin


(Wergera wê Luqman Guldivê kiriye)