Miraz Ronî, bi navê xwe yê fermî Mulazim Özcan e. Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, endamê PEN'a Kurd a Navneteweyî, nivîskar, helbestvan û wergêr e.

Miraz Ronî
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Miraz Ronî di sala 1966'an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîst hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê ji dûr ve (bi sîstema açikogretîmê) beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992'yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye. Di avakirin û kargeriya rêxistina HEP'ê (Halkin Emek Partîsî) de li Norşêna Betlîsê cih girtiye. Her wiha di damezrandina DEHAP'ê (Demokratîk Halk Partîsî) de wekî damezrîner cih girtiye û demekê serokatiya rêxistina DEHAP'ê ya bajarê Mersînê kiriye. Di damezrandina NÇM'yê ya şaxa Mersînê de bi awayekî cih girtiye û li wir demekê dersa zimanê kurdî daye zarokan.

Di sala 1998'an de di desteya kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. Di vê maweyê de tevlî hemû kar û barên rojane yên enstîtuyê, bi awayekî aktîf tevlî xebata dersa kurdî, xebatên li ser ziman, karên redaksiyonê, karên weşanê, werger û her wiha wekî panelîst beşdarî gelek semîner, panel, konferans û sempozyuman bûye û li ser çand û edebiyata kurdî gelek axaftinan kiriye. Karên xwe yên Desteya Kargeriyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heta sala 2003'yan domandiye. Hêj wekî endamekî Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomîne.

Miraz Ronî, di sala 2000'î de tevlî qursa zimanê kurdî ya li Zanîngeha Uppsala ya Swedê bûye û sertîfîkaya mamostetiya kurdî girtiye. Di salên xwe yên li Enstîtuyê de çend caran wekî wergêrekî fermî li DGM'yê (Devlet Guvenlîk Mahkemesî) wergera kurdî-tirkî kiriye. Di salên 2014-2015'an de Li Zanîngeha Yûzûncî Yilê ya Wanê li ser ziman û çanda Kurdî master xwendîye.

Berhem biguhêre

Girêdanên derve biguhêre