Mêtîs

Xwedawenda aqilmendiyê
(Ji Metis hat beralîkirin)

Mêtîs (yewnanî:Μῆτις) xwedawenda aqilmendî ye. Jina yekem a Zeus e. Keça Okeanos û Têtîsê ye. Diya xwedawenda Atênêyê ye.

Mêtîs
Navê rastî
Μῆτις Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Zarok
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Piştî Şerê tîtanan ew û Zeus zewicîn. Piştî şer ji otorîteyê kaînatê bi temamî kete destê Zeus. Lê li gor Apollodoros Mêtîs dixwasta ku asteng bibe vê otorîteyê. Mêtîs ji Zeus ducanî bû. Zeus jî ditirsa ku zaroka di zikê Mêtîsê da hukmê wî ji destê wî bistanda. Ji ber wê Mêtîsê bi temamî xwar. Ew zaroka nav zikê Mêtîsê Atênê bû, heya wextê wê hat bi zirxê xwe ji nav serê Zeus derket.[1] Atênê nekarî otorîteyê dest bixe ji ber ku keç bû. Mêtîs ma nav Zeus her tim aqilmendî da Zeus.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ A brief guide to the greek myths- Stephen Kershaw rûpela:54