Mînêrva
Mînêrva (bi latînî: Minerua) yek ji xwedawendên Mîtolojiya romayî ye. Li goreyê bawerî ya çîvanokî ya Romaya Kevnare, ew keça Jupîter û Metîsê bû.
Mînêrva Minerua | |
---|---|
Perestvan | dînê Romaya kevnare |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Wekhev | |
Atênê, Senuna, Belisama, Sulis | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mînêrva xwedawenda pîşesaziyê, şerî û jîrî û aqilmendiyê ye. Ew afirînera mûsîqayê bû. Mînêrva bi awayê Mînêrva Medîka xwedewenda bijîşkiyê jî bû.Di bin bandora çîvanokên Yewnanistana kevnare da, Gelên Romayê bawer dikirin ku Mînêrva bi awayekê needetî bûye. Carekê serê Jûpîterî pir êşaye û Êzidok Volkanî kasika serê wî vekirîye û Mînêrva bi awayê kîjeka mertal didest û direh li ber jê derketîye.
Di mîtolojiya yewnanî da ew bi Atênêyê dihat naskirin.
Çavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |