Merve Özbey
Merve Özbey (jdb. 18ê tîrmeha 1988an li Stembolê), stranbêjeke cûreyê muzîka pop ya bi zimanê tirkî ye. Özbey, derketina xwe ya yekem strana bi navê Helal ettim bi dest xist û bi vî stranê hatiye naskirin.
Merve Özbey | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 18ê tîrmeha 1988an (36 salî) Stembol, Tirkiye |
Cureyê muzîkê | Dans, pop |
Pîşe | Stranbêj |
Salên çalak | 2013–niha |
Etîketa qeydê | KNY · DMC |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreMerve Özbey, di 18ê tîrmeha 1988an de li bajarê Stembolê hatiye dinyayê û bi eslê xwe ji bajarê Erzîromê, li Bakurê Kurdistanê ye. Özbey, li Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê beşê muzîka klasîk a tirkî xwendiye.[1] Merve Özbey, yekemcara ku ji aliyê stranbêja tirk Ebru Gündeş hate kifşkirin û Gündeş jê re pêşniyar kir ku Merve Özbey bibe vokalîstê wê. Özbey vê pêşniyarê qebûl kir û bi Ebru Gündeş re demekî wekî vokalîst xebitî. Merve Özbey, xeynî Ebru Gündeş bi hûnermendên wekî Demet Akalın, Bengü, Özcan Deniz, Ferman Toprak, Utku û Yaşar İpek re jî wekî vokalîst xebitiye.[2] Dema ku di destpêkirina albuma Demet Akalın de solo pêşkêş dikir wê li wir Erdem Kınay naskir. Piştî demek Erdem Kınay anî ziman got ku ew ê albumek çêbike û ji bo Özbey dest tomarên demoyê kiriye.[2] Di sala 2012an de di strana projeyê albûmê de, strana bi navê Duman de Özbey û Kınay bi hevre gotin.[1] Ev stran ji bo Özbey bû sedema naskirinê.[1] Di sala 2013an de wê di albuma xwe ya duyemîn de, strana Helal ettim got. Bi naskirina wê yê bi van stranan wê biryar da ku yekemîn albûma xwe ya soloyê çêke.[2][1] Di tîrmeha sala 2015an de solo-albûma yekem a Özbey bi navê Yaş hikayesi hate çêkirin.[3]
Dîskografî
biguhêreSolo-albûm
biguhêre- Yaş Hikayesi (2015)
- Devran (2019)
Klîbên wê
biguhêreXelatên wê
biguhêreSal | Sazî | Kategorî | Encam |
---|---|---|---|
2013 | 3. Xelatên Muzîkê yên Pal Fm | Hunermenda Jin a Serkevtî Ya Çêtirîn | Wergirtiye |
Xelatên Kovara Siyaset 19-an | Hunermendê Serkevtî yê Salê | Wergirtiye | |
Xelatên Best of 2013 ya Zanîngeha Haliç | Strana Çêtirîn (Yaş Hikayesi) | Wergirtiye | |
2014 | 2. Xelatên Xwezayê yên Zanîngeha Yeditepe | Strana Herî Serkeftî | Wergirtiye |
2015 | Xelatên Best of 2015 ya Zanîngeha Haliç | Single-a Çêtirîn (Yaş Hikayesi) | Wergirtiye |
2016 | 7'emîn Xelatên Çapemeniyê yên KTU | Strana Hit a Salê (Yaş Hikayesi) | Namzetbûn |
Albuma Bijare (Yaş Hikayesi) | Namzetbûn | ||
2'emîn Xelatên Ciwanan a Tirkiyeyê | Hunermendê Serkevtî | Namzetbûn | |
Strana Çêtirîn (Yaş Hikayesi) | Namzetbûn | ||
Xelatên 4mîn ên Zanîngeha Yeditepe | Stranbêja Jin a Salê ya Çêtirîn | Wergirtiye | |
Strana Çêtirîn a Salê (Yaş Hikayesi) | Wergirtiye | ||
5. Xelatên Medyayê yên Zanîngeha Ege | Hunermenda Jin a Serkevtî Ya Çêtirîn | Namzetbûn | |
Albuma Çêtirîn (Yaş Hikayesi) | Namzetbûn | ||
Strana Çêtirîn (Yaş Hikayesi) | Wergirtiye | ||
1. Xelatên MediaYBU | Strana Çêtirîn Serkeftin (Yaş Hikayesi) | Namzetbûn | |
2020 | Xelatên Muzîkê yên PowerTurk | Albuma Strongest (Devran) | Wergirtiye |
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c d "İki arada bir derede Merve Özbey: Vurur yüze ifadesi hit oldum bir tanesi!". web.archive.org. 26 kanûna pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 29 hezîran 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b c "Henüz şöhretin ne demek olduğunu bilmiyorum - Cumartesi Sabah Haberleri". web.archive.org. 5 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2016. Roja gihiştinê 29 hezîran 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Topsuz Tüfeksiz Merve". web.archive.org. 11 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 nîsan 2016. Roja gihiştinê 29 hezîran 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |