Meqarneya bi sosa avokadoyê

Meqarneya bi sosa avokadoyê cureyek xwarina ji meqarneyê ye. Ji avokadoyê re hirmiya amerîkan jî dibêjin.

Berkelî (bo çar kesan) biguhêre

  • Nîv kg meqarne (makaron, mekarne)
  • 4 serî fringî (tomatos, bacanê sor)
  • 4 heb îsota bo kutilkan (dolmehan)
  • 1 dendik sîr
  • 2 kevçî rûnê ron
  • Îsota reş
  • Xwê (xwêya zêde zirarê dide tenduristiyê)
  • Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)

Bo sosa wê:

  • 1 avokado (hirmiya amerikan)
  • Nivê lîmonê yan ava nîvê lîmonê
  • 2 dendik sîr
  • 1 serî pîvaz
  • 1 heb fringî
  • Kevçiyek îsota tûj (îsota pûlpûlî)

Amadekirin biguhêre

Fringiyên xwe bikin du qet. Sêniyeke firneyê (firûnê) bînin, fringî, sîra hûrik hatiye hûrkirin û îsotên xwe bikinê. Rûnê zeytê pê bidin. Di germiya 200 pileyê de bi qasî 15-16 deqe bipijînin.

Bo sosa wê avokadoyê spî bikin (qalikên wê bigirin), dendikê derînin û hûr bikin. Ava lîmonê berdin serê, yan lîmonê biguvêşên. Avokado, pîvaz, sîr û fringiya hûrkirî li makîneyê bidin, ango bikişînin blenderê. Îsota tûj tevlî bikin.

Meqarneya xwe bixaşînin, bidarivînin û dîsa berdin quşxaneyê. 2 kevçî ji sosa we amade kiriye veqetînin, ên din tevlî meqarneyê bikin.

Meqarneyê li binikên xwarinê parve bikin. Bixemilînin (bi îsotê), ew sosa we veqetandibû, pê werbikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).