Mehmet Karasungur
Mihemed Karasûngûr (Mehmet Karasungur) (jdb. 1947 li gund Darebî ya parêzgeha Çewlîgê, m. 2ê gulana 1983an li Başûrê Kurdistanê) yek ji endamên komîteya navendî ya PKKê bû, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn di qirêjiya birakujiyê ya ku ji aliyê welatên Kurdistan kirine bin desthilata xwe ve tê birêvebirin de, jiyana dide der.
Mehmet Karasungur | |
---|---|
Jidayikbûn | 1957 |
Mirin | 2 gulan 1983 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Karasungur di sala 1947an de li Gêxiyê li gundê Darebiyê tê jiyanê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlîgê qedand. Beşa matematîkê ya Înstîtuta Perwerdeyê ya Erzîromê bidawî dike.
Di sala 1972an de dema ku li Gurgumê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sirgûnî Colemêrgê tê kirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975an de tayîna wî ji bo Dibistana amadeyî ya Çewlîgê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya Töb-Der, şaxa Çewlîgê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cihdigire.
Dema wezîfeya xwe ya li Çewlîgê Mehmet Hayri Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976an de lê tê girtin, jiber ku li midurê ewlekariyê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê.
Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978an de li Çewlîgê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Sala 1980an de derbasî herêma Libnanê dibe. Di sala 1982an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş, gelekî dixebite.
Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2ê gulana sala 1983an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dikeve.
Di demên dawiyê de rêxistin û hêzên polîtîk ên kurd, êdî xwe ji şerên birakujiyê dûr digirin. Mirina Karasungur ji aliyê YNK, PDK û hêzên din ên kurd ve jî bi xemgînî hat pêşwazîkirin. Lewra şîdeta navxweyî zirarê dide daxwazên kurdan û ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê hikmê dikin ve tê lidarxistin.