Meftuneya bacanê ji meftuneyên pêjgeha kurd e. Meftune yan meftûneyê ne tenê kurd dixwin, asûrî, ereb, romî (tirk) jî dizanin û dixwin.

Peyva meftune/meftûne di wateya "dildayînê, dilikî, bengîbûn"ê de ye. Ji bacanê re, bacanreşk, bacanê reş (solanum melongena), badincan, balîcan jî dibêjin.

Berkeliya (melzemeyê) meftuneya bacanê ya Xerzanê biguhêre

  • 1 kg goşt
  • 4 serî îsotên dirêj a tûj
  • Xwê (solin)
  • 2 serî sîr
  • 100 gr simaq
  • 1 kg mergeya fringiyê (bacanê sor, pamîsor, şamik, tomatos)
  • 8 heb bacanreşka normal (ne gir, ne jî mezin)
  • 2 KÇ (kevçiyê çayê) îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
  • Li ser daxwazê pirr hindik pûjan (ne mecbûrî ye)

Çêkirin biguhêre

Bacanan hûr bikin di teştekê de bixin nava şoravkê. Goşt û îsotên dirêj ên tûj di nava rûn de biqelînin. Bacanreşkê pakij bişon berdin nava goşt. Bi qasî 15-25 deqe (li ser agirê we ye) şûnde fringiyên hûrkirî jî tevlî bikin.

15 deqe keliya, îcar sîra kûtayî û ava simaqê berdin ser. Hûn dikarin sîrê nekutin, hûrik hûrik hûr bikin. Li ser daxwaza we ye. Xwê û biharbêhnê (biharat) kontrol bikin. Xwarina we êdî amade ye.

Gotarên têkildar biguhêre