Meftuneya kerengê
Meftuneya kerengê, dilikiya kerengê, qeliya kereng û goştê berxê navê xwarineke bigoşt a pêjgeha kurd e. Meftune tê wateya dildayîn, dilikî, dildarbûnê. Li Botan, Xerzan û Serhedê kereng pirr in, bi biharê ve kereng tên berhevkirin û ji wan gelek xwarin tên çêkirin.
Standardeke vê xwarinê nîne, lê goşt û kereng divê hebîn, bêî wan nabe.
Berkeliya meftuneya kerengê ya Serhedê
biguhêreÇêkirin
biguhêreKerengan amade bikin (bişon, hurbikin). Goşt tîke bikin. Têxin quşxaneyê yan rûnbirêşkeke kûr, bikelînin. Kerengan jî paşê tevlî bikin, xwê pê werbikin.
Kereng û goşt peritîn, ava simaqê, sîra kutayî, merge û avê tevlî bikin. Bila ava wê ne pirr be, 1-2 tilî (bêçî) ji ser re be. Kereng nermijî bûn, ango keliyan, êdî xwarina we jî dikare were ser destexaneyê (sifre).
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |