Maurizio Garzoni

kurdnasê îtalyan

Maurizio Garzoni (jdb. 2ê kanûna pêşîn a 1734an − m. 1804), keşeyekî îtalî ye, ji ber berhema wî ya bi navê Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Rêziman û ferhenga zimanê kurdî) jê re dibêjin "bavê kurdolojiyê".[1]

Maurizio Garzoni
Navê rastî
Maurizio Garzoni
Jidayikbûn2ê kanûna pêşîn a 1734an
Mirin1804
EsilÎtalyan
BernavBavê Kurdolojiyê
PîşeMîsyoner, Kurdnas
BandorbarGiuseppe Campanile (1762-1835), Domenico Lanza (1718-1782)
BandorkerLeopoldo Soldini
DînXiristiyan ( Katolîk )
biguhêreBelge

Grammatica e vocabolario della lingua Kurda (Rêzîman û bêjesaziya/bêjeyên zimanê kurdî) sernavê pirtûka wî ye. Di sala 1787an de li bajarê Romayê hatiye çapkirin. Li ser rêzimana kurdî ye.

Garzoni di nava salên 1752 - 1787an de li ser kurdan û kurdî xebitiye. Zêdetirî 18 salan li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Mûsilê maye. Wek keşeyekî Domînîk bi armanca xwe ya mîsyonertî hatiyê Kurdistanê û bo hînkirina xaçparêzî xebitîye. Di wî demê de alîkariya Domenico Lanza (1718 - 1782) û Giuseppe Campanile (1762 - 1835) karê xwe yê kurdolojiyê kiriye. Ji ber ku ew bi dogmatîzm û dîsîplîna katolîkiyê perwerde bûye, viya bandora xwe li ser xebatê jî kiriye. Wî bi dogmatîkî li ziman û jiyana kurdan nêriye.[çavkanî hewce ye] Wî û hevalên xwe ji bo dîroka rêzimana kurdî karekî girîng û bêhempa kiriye. Beriya Mînorskî ew li Ewropa wekî "bavê Kurdolojiyê" yan "rêberê rêzimana kurdî" dihate binavkirin.[çavkanî hewce ye]

Li Weşanxaneya Sacra Congregazione di Propaganda Fide hatiye çapkirin. Orijînala pirtûkê niha li Zanîngeha Oxfordê ye. Di 19ê hezîrana 2008an de pirtûk ji bo parastinê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hatiye dîgîtalîzekirin. Pirtûk ji 288 rûpelan pêk tê. Garzoni di pirtûka xwe de ferhengokek jî bi cih kiriye. Ferhengok ji 4.500 bêjeyan pêk tê. Pirtûk di sala 1826an de dîsa hatiye çapkirin, bi taybetî li Stembol, Bexda û Amedê hatiye firotin.

Berhemek din jî ji aliyê hevalê Garzoni, Giuseppe Campanile hatiye nivîsîn. Navê wê Storia della regione del Kurdistan e delle sette di religione ivi esistenti (Dîroka herêma Kurdistan û dînên li wir hene) ye. Di sala 1818an de li Napolî hatiye çapkirin.

Diayê Keşe Noster biguhêre

Garzoni pirtûka xwe re diayê Keşe Noster îlawe kirîye. Wergera wî pirr navdar bûye û pirr hatiye çapandin û hin caran jî navê wergêrê hatiye bîrkirin an rakirin. Werger wî bi şiklên îdeal Kurdistan, Roma û Qudsê bi hev re girêdayiye. Bi rastî Dêra Keşe Noster li Çîyayê Zeytûn li Qudsê hatiye bicîhkirin û wî pîrozgeh Diayê Noster bi 100 zimanan vê li ser dîvarê pîrozgeh hatiye nivîsandin. Yekê wan zimanan jî kurdî ye û bi aliye Garzonî hatiye wergerandin.

Pişte Garzonî Diayê Keşe Noster li ser zimanê kurdî-kurmancî bi alfabêya latînî û bi wergera îtalî bi aliyê Lorenzo Hervàs pirtûkê xwe de di beşek piçûk de « Kurda, o Kurdistana » hatîye peşkeşkirin. Nivîs li jêrê de ye û bîrnameyek girîng li ser Garzonî tê da heye. Diayê Keşe Noster gerek caran bi kurmancî varyantên ciyawaz bi nivîsên latînî û erebî hatîye pêşkêşkirin.

Oratio Dominica Kurdice biguhêre

Babe-ma, ki derúnit ser ásman, mokaddas bit nave ta; b’déi a ma baehscte ta. Debit amráda ta ser asman, u ser ard. Auro, u ehr ruz, tera nan b’dei a ma. U âfúbeka ghuna ma, sibi am âfubekem ehr ki cekiria a ma zerer ia zahhmét. U na avèsia ma naf tegerib ; amma kalasbeka ma ez karabía. Amìn. Ex Laurentio Hervas[2]

Bi kurdiya îro biguhêre

Bavê me yê li esmanan/bila navê te pîroz bît/bila paşatiya te bihêt/bila heza te bi cîhanê bihê/ka çawa li esmanî herwisa li ser erdî jî/nanê me têra me îro bide me/û li qerên me bibore/herwekî em li qerîdarên xwe diborîn/û me neêxe di taqîkirinê de/lê me ji xerabîkariyê qurtal bike/çinku paşatî û hez û mezinahî/bo te ne, amîn.[çavkanî hewce ye]

 
Peyvên berhevkirî yên kurdî-îtalî-inglîzî

Bîrnameyek Girîng li ser Garzonî biguhêre

Maurizio Garzoni, keşeyê Domînîkî, bo armanca mîsyonerî li Kurdistanê 18 sal jiyan kir û wî dia û wergerê ji min re diyarî kir. Keşe Garzonî ku min li jorê wî pesîndar kirim ji min re got zimanê kurdî li Kurdistanê tê axaftin û zefê wan erebî fem dikin. Zimanê kurdî da erebî-farisî navhevketîye û piranîya zimanê farisî beşdar dibe. Kurdên Xiristiyan zimanê keldanî bi hev ra diaxivin û bi kurdên misilman ve jî bi zimanê kurdî diaxivin. Jinên file tenê kildanî diaxive. Zimanê kurdî çavkaniya xwe ji farisî çixêz dike û bi peyv û biwêjên erebî va -ku hibkekî hatiye guherandin- zêdê dibe. Çend gotin û peyvên kildanî jî hê hene. Cudahîya navbera farisî û kurdî wekî cudahîya navbera spanî û portûgalî ye lê hîn zêdetir e. Keşe Garzoni ku berê navbirî îsal 1787ê da pirtûkê “Rêziman û Ferhenga Zimanê Kurdî” ji alîyê Collegio di Propaganda çap kir. Keşe Garzoni ku li nav Mezopotamyayê geriya ji min re got erebî li Mûsilê û derdorê Mûsilê (Ya Babê Osmanîyan e) tê axaftin. Xristiyanên gundên wê derê kildanî diaxivin[3]

Wêneyên Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Basil Nikitine (1934): « Shamdînân » in, EI1, IV, p. 315; Ludvig Olsen Fossum (1919): A practical Kurdish grammar, Minneapolis, The inter-Synodical Ev. Lutheran Orient-Mission Society, p. 272 ; Angelo De Gubernatis (1876): Matériaux pour servir à l’histoire des études orientales en Italie, Firenze-Roma-Torino, Loescher, p. 305.
  2. ^ • Oratio Dominica in CCL. linguas versa et CLXXX charecterum formis vel nostratibus vel peregrinis expressa curante Petro Marietti (1870): Romae, Equite typographo pontificio socio administro typographei S. Consilii de Propaganda Fide. || ‘Pars secunda. Linguas aryanas seu iapheticas comprehendens. XXXII. Oratio Dominica Curdice’, p. 56
  3. ^ .Lorenzo Hervàs Idea dell’Universo, op. cit.

Girêdanên derve biguhêre