Mastanî (29ê tebaxa 1699an - m. 28ê nîsana 1740an) keça Chhatrasal û Ruhani Bai Begum bû. Wek prenseseke şervan ya hindû-misilman, ew bû jina duyem a Bajirao I. Têkiliya wê ya di malbata Maratha Brahmin de hem bûye mijara heyran û nîqaşan[1] û hem jî di roman û sînemaya Hindistanê de pir caran hatiye adaptekirin, wek di fîlma Bajirao Mastani de.[2][3][4][5]

Mastanî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bundelkhand (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (40 salî)
Pabal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Sernavê esilzade
Dotmîr (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Chhatrasal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Zarok
Shamsher Bahadur I (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bilêvkirin

Kurtejiyan biguhêre

Mastanî wek zarokê Chhatrasal û mîrzaya wî ya faris Ruhaani Bai hatiye dinê.[6][7] Bavê wê damezrînerê Dewleta Panna bû. Ew û bavê wê peyrewên Pranami Sampradaya bûn, mezhebeke hindû ya ku li ser perestina Bhakti ya Sri Krishna ye. Lê ji ber ku diya wê Şîa bû, ew şopînera Îslamê jî bû.

Zewaca bi Bajirao I re biguhêre

Di sala 1728an de, Newab Mihemed Xan Bangaş êrîşî Keyaniya Chhatrasal kir, ew têk bir û paytexta wî dorpêç kir. Chhatrasal bi dizî ji Bajirao re nivîsî û daxwaza alîkariya wî kir. Bajirao piştî ku gihîşt Jaitpurê li nêzî Kulpahar li Uttar Pradesh a niha, Bangash têk bir. Di spasiyê de, Chattrasal keça xwe Mastanî da Bajirao.[8] Wê demê, Bajirao ji xwe zewicî bû, lê Mastanî wek jina xwe ya duyem qebûl kir.

Gava Bajirao vegeriya malê, zewac bi gelemperî ji ber sedemên kevneşop nehat pejirandin. Mastanî demekê bi Bajirao re li qesra wî ya Shaniwar Wada li bajarê Pune jiya. Kuçeya bakur-rojhilatê qesrê wek Mastanî Mahal hat binav kirin û deriyê wê yê derve yê bi navê Mastanî Darwaza hebû. Bajirao demeke bi şûn de ji bo Mastanî li Kothrudê di sala 1734an de, [9] qesrek serbixwe ava kir. Qesra li Kothrud piştî mirina Mastanî hat hilweşandinn. Hin beşên vê li Muzexaneya Raja Dinkar Kelkar têne pêşandan.[10]

Kurê wê Şemşêr Bahadûr biguhêre

Mastanî kurekî anî dinyayê û navê wî Krishna Rao lêkir, çend meh piştî ku Kashibai, jina yekem a Bajirao, kurek anî dinyayê. Di dawiyê de navê zarokê wek Şemşêr Bahadûr hat guhertin, ku navekî milsimanan e.

Piştî mirina Bajirao û Mastanî di sala 1740an de, Kashibai Şemşêr Bahadûr ê 6 salî xiste bin çavdêriya xwe û ew wek zarokê xwe mezin kir. Şemşêr serweriya Banda û Kalpî kir. Di sala 1761 de, ew û hêzên artêşa wî ligel Peşwa di Şerê Sêyemîn ê Panipat de di navbera Maratha û efxanan de şer kirin. Şemşêr di wî şerî de birîndar dibe û piştî çend rojan li Dîgê dimire.[11]

Mirina wê biguhêre

Mastani di sala 1740an de mir, demeke kin piştî mirina Bajirao. Sedema mirina wê nayê zanîn. Tê gotin ku ew ji ber şîna mirina mêrê xwe mir. Mastanî li gundê Pabalê hat veşartin. Ji gora wê re hem semadiya Mastanî (bi hîndû) hem jî mezarê Mastanî (bi farsî) tê gotin.[12]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ G.S.Chhabra (2005). Advance Study in the History of Modern India (Volume-1: 1707-1803) (bi îngilîzî). Lotus Press. ISBN 978-81-89093-06-8.
  2. ^ "Peshwa Bajirao Review: Anuja Sathe shines as Radhabai in the period drama". India Today (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  3. ^ Inamdar, N. S. (20 çiriya pêşîn 2016). Rau - The Great Love Story of Bajirao Mastani (bi îngilîzî). Pan Macmillan. ISBN 978-1-5098-5227-7.
  4. ^ Chopra, Kusum. Mastani (bi îngilîzî). Rupa Publications India Pvt. Ltd. ISBN 978-81-291-3330-4.
  5. ^ Chari, Mridula. "How Bajirao and Mastani became a byword for doomed romance". Scroll.in (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  6. ^ Desk, India TV News; News, India TV (20 çiriya paşîn 2015). "How Bajirao's Mastani united Hindus and Muslims after her death". www.indiatvnews.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2023. {{cite web}}: |paşnav2= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  7. ^ Mehta, Jaswant Lal (1 kanûna paşîn 2005). Advanced Study in the History of Modern India 1707-1813 (bi îngilîzî). Sterling Publishers Pvt. Ltd. ISBN 978-1-932705-54-6.
  8. ^ Desk, India TV News; News, India TV (20 çiriya paşîn 2015). "How Bajirao's Mastani united Hindus and Muslims after her death". www.indiatvnews.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2023. {{cite web}}: |paşnav2= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  9. ^ "Mastani Mahal". web.archive.org. 8 adar 2005. Ji orîjînalê di 8 adar 2005 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  10. ^ Adhikari, Shona (20 sibat 2000). "A mute testimony to a colourful age". tribuneindia.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  11. ^ The Cambridge History of India (bi îngilîzî). CUP Archive. 1955.
  12. ^ "Grave of Mastani: Hindus call it samadhi, Muslims mazaar". The Indian Express (bi îngilîzî). 20 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê 26 adar 2023.