Bajirao Mastani fîlmeke dramaya dîrokî ya bi zimanê hindî ya 2015an e ku ji hêla Sanjay Leela Bhansali ve hatiye derhêner kirin. Li ser bingeha romaneke maratî ya Nagnath S. Inamdar, fîlm çîroka Maratha Peshwa Bajirao I (17001740) û jina wî ya duyem Mastanî, ku prenseseke şervan ya hindû-mislilman e, vedibêje.

Bajirao Mastani
बाजीराव मस्तानी Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DerhênerSanjay Leela Bhansali Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • Sanjay Leela Bhansali Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Aktor
Muzîk
  • Sanjay Leela Bhansali Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derhênêrê
dîmenê
  • Sudeep Chatterjee Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çapkirin
  • 4 kanûna pêşîn 2015 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dom/Mawe158 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatHindistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê hindî li ser wîkîdaneyê biguhêre

Çîrok biguhêre

Bajiraoyê ciwan di dadgehê de şansê rabûna pêşewayê distîne û desteser dike. Cend sal şûnda, di kampanyaya şer de, ew û prensesa şervan Mastanî hev nas dikin û evîndar dibin. Lêbelê, Bajirao ji xwe bi Kashibai re zewicî ye. Tevî dijberiya diya wî Radha Maa û dadgehê, ku tenê Mastani wekî mîrzayê tehemûl dikin, Bajirao wê wekî jina xwe ya duyemîn digire. Dema ku Mastanî û Kashibai ducanî dibin û her yek kurekî tînin dinyayê, tengezarî zêde dibin. Gava Bajirao tevlî kampanyayeke din a şer dibe, malbat û dadgeh Mastanî û kurê wê dixin zîndanê. Dema ku Bajirao vê nûçeyê distîne, ew dîn dibe û di şer de birîndar dibe. Demek şûnda, bêyî ku careke din Mastanî bibîne, ji ber birînên xwe dimire. Mastanî bi xwe di girtîgehê de dimire.

Agahiyên fîlmê biguhêre

Fîlm û muzîka wê bi Eros International re hevbeş hate çêkirin. Di fîlmê de Ranveer Singh, Deepika Padukone û Priyanka Chopra bi Tanvi Azmi, Vaibhav Tatwawaadi, Milind Soman, Mahesh Manjrekar û Aditya Pancholi di rolên piştevaniyê de cih digirin.

Çavkanî biguhêre