Masatoshi Koshiba
Masatoshi Koshiba (bilêvkirina bi kurdî: Masatoşî Koşîba, japonî: 小柴 昌俊, Koshiba Masatoshi; * 19ê îlonê 1926 li Toyohaşî, Aîxî, Japon) fîzîknasekî japonî ye. Sala 2002î bi tevî Raymond Davis Jr. û Riccardo Giacconi Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Masatoshi Koshiba | |
---|---|
![]() | |
biguhêre![]() |
Jînenîgarî Biguhêre
Li zanîngeha Tokyo pewerde dîtiye. Piştî bidawîkirinê di sala 1951î de dest bi perwerdeya bilind dike. Sala 1953î zanîngeha xwe diguherîne û diçe zanîngeha Rochester a li New York. Sala 1955î doktoriya xwe li ser angaşta xwe ya fenomenên tîrêjên kozmîk digire.
Sala 1970î li zanîngeha Tokyo dibe profesor. Sala 1987î bo demekê li zanîngeha Hamburgê dersdariyê dike.
Xebat û girîngî Biguhêre
Di nava salên 1950-1960î de li ser tîrêjên kozmîk ên xwedî enerjiyên mezin in radiweste. Li ser bandora wan a jorînên atmosferê lêkolînan dike. Salên 1970î de bala xwe berdide myon û neutrînofîzîkê. Gelek lêkolîn û bipêşxistinên wî yên derbarê fîzîka parçeyan de hene.
Xelat û paye Biguhêre
- Nîşaneya herî mezin a Federal Almanya (BRD), 1985
- Xelata Nîşîna a Nishina Foundation, 1987
- Xelata ASAHI a ASAHI-Press, 1988
- Order of Culture ya hikûmeta japonî, 1988
- Academy Award a Akademiya Japon, 1989
- Xelata Bruno-Rossi a Civaka fîzîkhezên DYAyî, 1989
- Xelata taybet a Civaka fîzîkhezên Ewropayî, 1996
- Xelata lêkolînan a Humboldt a Weqfa Alexander von Humboldt, 1997
- Xelata Fûjîvara a Fujiwara Science Foundation, 1997
- Order of Cultural Merit a keyserê Japon, 1997
- Xelata ASAHI a ASAHI-Press, 1999
- Diploma di Perfezionamento honoris causa in Fisica a Scuola Normale Superiole, Pisa, 1999
- Doktoriya şerefê ya zanîngeha Hamburg, 1999
- Rochester's Distinguished Scholar Award a zanîngeha Rochester, 2000
- Xelata gur a Wolf Foundation a serokên Îsraîlî, 2000
- Xelata Panofsky a American Physical Society, 2002
- Xelata Nobel a fîzîkê, 2002
- Endamtiya Japan Academy, 2002