Fizîka parçikan an jî fîzîka keriyan zanistek e ko wekî parek ji fîzîkê behsa kerî yên biçûktir ji atomê dikit û li ser tikhilî û saloxetên wan lêkolînê dikit û babetê lêkolînên wê keriyên hîmanî in ko made û tîdanê pêkdiînin.

Fîzîka keriyan bi fîzîka pirenerjî dihêy niyasîn, jiber hindê ko keriyên bingehîn bi tenê li xwerisk an xwezayê da nahên dîtin û eşkirakirina wan di ezmûngehan da û bi lihevxistina keriyan di rewşên pir enerjî yên mîna lezgînkera keriyan da mumkin dibit.

Hizira keriyên bingehîn bi kêmanî vedigerit sedsala 6ê Berî Îsayî. Hingî, li Yewnanistana kevnare feylesofên mîna Epîkor û Demokrîtusî hizira atomîzmê eşkira kir. Li sedsala 19ê, dema Can Dalton li ser pêkhata keriyên karlêkkirinên kîmyayî dixebitî, gehişt wê encamê ko hemî made ji keriyeka neguhêr a bingehîn pêkdihên. Dalton û hevdemên wî bawer dikir ko ew kerî keriyên bingehîn in û navê wan kir atom. Atom peyveka Yewnanî ye û ramana wê "tiştê ko nehê kelaştin" e. Lê hema nêzî dawiya sedsala 19ê zanistvanan têderanî ko atom ne keriyên bingehîn ên wesa in ko nehên parçekirin û kelaştin. Hêdî hêdî Kerî yên atomê jî hatin vedîtin.

Girêdanên derve

biguhêre