Margrêt Corc

Yekemîn şehîd û pêşmerge ya jin

Margrêt Corc Şîlo (bi îngilîzî Margaret George Shello, di 21ê kanûna paşîn a 1942an de li gundê Dûrê devera Berwariyan hatiye dinê), jineke asûrî a kurd bû ku bi yekem jina pêşmerge ya kurd û sembola jina kurd di nava Şoreşa Îlonê de dihê niyasîn. Wê xwendina xwe a seretayî heta pola şeşan li gundê Dûrê û Kanîmasê qetandiye lê ji ber egerên xebatê xwendin berdewam nekir.

Canfeda Margrêt Corc, yekem jina pêşmerge a kurd.

Dema Mela Mistefa Barzanî di sala 1961ê de tê devera Berwariyan keça kurd Margrêt bi bave xwe Corc re di 20 saliya xwe de tevlî refên pêşmergeyan dibe û dibe yekem jina kurd ku bibe pêşmerge. Êdî wêneyên Margrêtê ên pêşmergayetî û xebatê dikevin destê hemû kurdan û ew bi dîwarên malen xwe ve di dalqînin û wêneyên wê morala netewî a takê kurd bilind dikin û kurd wê wek sembolek dibînin û şanaziyê pê dikin. Mesûd Barzanî di nava pirtûka xwe a bi navê Tevgera Azadî Xwaza Gelê Kurd bergê 3an de behsa Margrêtê dike û dibêje ″Keça asûrî Margrêt gehişt şoreşê û çek hilgirt û bo nimûne ji bû keçên Kurdistanê û ev gotina Mesûd Barzanî li ser gorra Margrêtê hatiye nivîsandin.

Şehîd Margrêt Corc li dema xebata pêşmergatiyê. Ev wêne bi destê wênegerê kurd Zaher Raşid hate girtin.

Margrêt corcê bejdariyek kara di nava şorreşê de hebû hem ji aliyê siyasî hem eskerî, wê bejdarî di du kongreyên Partiya Demokrata Kurdistanê de bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî kiribûn, dîsan di dirêjahiya xebata xwe de bejdarî di gelek şer û dastanan de li dijî dijmin kirye hindek ji wan mîna şerên danana bûsa çeteyên Mi′awye 20ê çiriya pêşîn a 1961ê, dastana Gelyê Zawîte 12ê kanûna pêşîn a 1961ê, dastana Lomana 1961, serê Akrê û çiyayê Pîrs 1961, danana bûseyekê di nêvbera Bamernê û Sikrînê bi bavê xwe re 1965. Bavê Margrêtê di şerê qişla Amêdiyê de bi dijwarî birîndar dibe.

Margrêt Corc di 26ê kanûna pêşîn a 1969an de li kelha Qumriyê dikeve kemîneka destreşan û şehîd dibe.

Ji ber çelengî û serhildêriya Margrêta pakrewan çendîn dayîngeh, xandingeh û bingehên radio an li başûrê Kurdistanê bi navê wê hatine kirin û ew boye mijara gelek helbestên helbestvanên kurd.

Helbesteke Edîb Çelkî ji bo Margrêt Corcê*

Bo te çiyame Zîn û Şirîn im
Netew û olan tev di hewîn im
Nahîd û Mîtra du sembolên geş
Ronahîya jînê ji wan distîn im

Zêr û qelen çûn çaxê wan borî
Azad bûme ez ji wî keltorî
Bo hebûna xwe bo welatê xwe
Îro çekdar im xwe dikim gûrî

Min serhilda ye dijî dujminan
Ji Dûrê dûr bûm ji bo nîştîman
Ez im pêşenga jinên pêşmerge
Ez Margirêt im kiça Kurdistan

*: Hatiye sitrandin ji aliyê Îtîdal Mehmûd ve.

Gorra şehîd Margrêt Corcê li gundê Dûrê

Çavkanî biguhêre

http://www.basnews.com/index.php/so/news/kurdistan/447291

https://kurdishquestion.com/oldarticle.php?aid=beyond-kurdistan-remembering-those-who-lost-their-lives-for-the-kurds Girêdana arşîvê 2019-08-24 li ser Wayback Machine

http://www.saradistribution.com/margaret_shello.htm

https://m.wikidata.org/wiki/Q6759444

http://www.mesop.de/the-first-femail-fighter-in-kurdish-ranks-was-a-christian-assyrian/

http://www.basnews.com/index.php/so/culture-arts/music/443728

https://m.youtube.com/watch?v=JBZ5bjLpoBo