Di dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de, wekî gelek deverên Kurdistanê, Dêrika Çiyayê Mazî jî, di roja ewil de cihê xwe stendiye û heta vê rojê jî vê helwesta xwe didomîne. Di van 30 salên dawî de, gelek xort û keçên vê navçeyê beşdarî nava refên têkoşînê bûn û ji wan gelekan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van lehengên, ku jiyana xwe di nava vê têkoşînê de ji dest daye jî, Mahmût Guden`ê (Mahmûdê Gula datlîcî) ku ji aliyê bi çûk û mezinên Dêrikê ve tê naskirine.

Mahmût Guden
Navê rastî
Mahmut Güden
Jidayikbûn1956
Mirin1980
Çiyayê Tûrcelê (Dêrik)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
MalbatNavê Bav: Şehmus
Navê Dayik: Gulê
biguhêreBelge

Mahmût Guden, bi eslê xwe ji gundê Dêrikê Balfisê ye, lê ji ber debara aborî û tunebûna derfetên xwendinê, tevî malbata xwe koçî nava Dêrikê dikin û li wir bi cih dibin. Beriya ku bikeve nava tevgera PKK ê, di Lîseya Dêrikê de xwendekar e. Dayika wî Gulê (Gula datlîcî) ji ber ku debara malbatê bike, datliya çêdike, Mahmût û birayê wî Ehmed (Di 4 Çilê sala 1990 de li gundekî Omerya tevî sê hevalên xwe tevlî karwanê şehîdan bû) jî alikarî dayika xwe dibin û datliyên diya wan çêdike difiroşin, da ku debara malbatê bikin. Herçiqas, di nava civakeke tevlihev de, têkiliyên tevlihev -Feodal û Modern- jî jiyaye, mirov dikare bibêje vê yekê zêde bandor li ser nekiriye û ji roja ku bi têkoşînê re dikeve nava têkiliyê,baweriyê pê tîne û bi awayekî profesyonel beşdar dibe. . Mahmût, hevalên wî Abdulkerim Baytar, Abdullah Kiran û M.B.. cara yekemîn hereketa apocîtiyê li Dêrikê û derdora wê ji bo bi cih bibe xebat meşandin. Li himber, kevneperest û dijmin, yek ji wan kesayetiyên ku bîrdoziya PKK parastiye. Di sala 1979`an de, ji aliyê partiyê ve, li hêla Hîlwan, Kolik (Kahta) û Sêwregê têye wezîfedarkirin û li wir di nava ciwanan û gel de xebatê birêxistinkirinê dimeşîne. Gava li Sêwregê xebatan dimeşîne şerê li himber mala Bucak an destpêdike û Mahmût jî di nava vî şerî de cihê xwe digire. Piştî demekê dikeve destê çeteyên Bucakan. Gava di nava destê Bucakan de ye, îşkence lê têkirin, herdû destê wî tê şkandin û piştre wî davêjin binê bîrekê, lê gava di binê bîrê de ye ji aliyê hin kesan ve tê dîtin û ew kesan wî ji wir xilasdikin. Pişt re vedigere Dêrikê û perpirsyariya vê herêmê dike. Li himber partiyê û gel, bîr û baweriyeke wî ya, mezin heye. Qet ji tiraliyê heznake û mirovekî tim bi hereket bûye. Tevî vê hereketbûna xwe mirovekî pir dilbinizme jî. Ji ber vê dilnizmiya xwe, ji aliyê rêxistinên din ve jî jê têye hezkirin û di nava gel de xwedî cihekî bi taybete. Ji nifşên wê demê, gelek kes di bin bandora wî de ma ne û bi karîzmatîkbûna xwe, pir kes li himber wî bi rêz e. Bi hevalên xwe pir girêdayîbû û dikarîbû ji bo hevalên xwe canê xwe jî bida û wenî jî kir. Di meha Qanûna sala 1980`yî de, li mintîqa Xabê, tevî çar hevalên xwe,bi dijmin re dikevin şerekî mezin û bi berxwedaneke mezin tevlî kerwanê şehîdên Kurdistanê dibin.

Operasyona ku 2 hezar Esker, 6 helîqopter û gelek panzer tevlêdibin, berxwedêrên Xab ê, di dawiya şerê rojekê didome de, bi bombeyên ji Helîqopteran ve tên avêtin şehîd dikevin. Di vî şerî de, fîşekên Mahmût diqedin û bi demançê şer didomîne. Mahmût piştî ku birîndar dibe, li ser kevîrekî mezin ê li kêleka xwe, bi xwîna xwe "Şervanên PKK bê mirinin û Bijî Kurdistan" dinivîsîne. Di vî Şerî de çend esker jî tên kuştin. Gava şer diqede û pê ve, cendekê Mahmût û Memo (Memê Siçanî) ji Xabê bi dû panzêrekê girêdidin û bi xwêr ve dikişînin û goştên canên wan bi tat û kevirên Kurdistanê ve dizeliqin.

Çavkanî biguhêre