Maşallah Dekak, rojnamevanekî kurd e. Di 16'ê cotmeha sala 1981'ê de ji gundê Kîkan a bi ser Hewêla Sêrtê ji dayik bû.

Maşallah Dekak
2012
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1998'an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi kar kir. Heta sala 2002'an, di rojnameyê de xebitî. Piştre di sala 2002'an de, di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de dest bi kar kir. Li vir nûçegihanî, edîtorî û midûrtiya beşa nûçeyên kurdî kir. Di sala 2006'an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de careke din dest bi xebatê kir û li vir salek edîtorî kir. Di dawiya sala 2007'an de li Ajansa Nûçeyan a Peyamnêr(PNA) li Amedê dest bi nûçegihaniyê kir. Rojnamevan Dekak ji sermaweza 2008'an heta 2012'an li Ajansa Nûçeyan a Kurdistanê AKnewsê kar û barê rojnamevaniyê kir. Maşallah Dekak di 2006'an de bi [[Samî Tan re, ji bo stajyerên DÎHA'yê "Pirtûka Destan a Nûçegihaniyê" nivîsand. Pirtûka dawî ya Dekak "Nûçe û Nûçevanî (3Ç 3K)" di 2010'an de ji Weşanxaneya Lîsê hate çapkirin. Rojnamevan Maşallah Dekak, di 2010'an de, di beşa hevpeyvînê de ji Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) xelata rojnamevanê herî serkeftî wergirt. Maşallah Dekak di sala 2012'an de jî bi nûçeya "Kurdan 200 sal berê pirtûka tibê nivîsandiye" ji GGC'ê xelata yekemîniyê wergirt. Maşallah Dekak, di sala 2013'an de jî di pêşbaziya nûçeyan de careke din ji GGC'ê xelata rojnamevanê herî serkeftî yê salê wergirt û di pêşbaziyê de bû yekemîn. Dekak niha di Rûdawê de karê xwe didomîne.

Çavkanî biguhêre