Lorîn Îbrahîm ( jdb. 14ê hezîrana 1980 li Qamişlo ,Kurdistana rojava ) ku bi navê hunerî Lorîn Berzincî tê Lorîn Berzincî tê nas kirin stranbêja kurd e .

Jiyana wê biguhêre

Lorîn Berzincî di sala 1980ê de li bajarê Qamişloyê ji dayik bû, di malbateke mezin de mezin bû. Jiyana kurdî ya siyasî û çanda kurdî beşek giring bû di vê malbatê de. Muzîkê di temenekî zû de ciyê xwe di jiyana Lorînê de girt. Gava pênc salî bû dest bi strangotinê û fêrbûna gotinên stranan û awazê wan kir.

Lorînê di temenê 10 saliyê de bi malbata xwe re mal bar kir Ewropayê û li welatê Swêdê bi cih bû. Riya koçberbûnê rêkek gelekî dirêj bû û tijî êş bû, bi wê êşê re jî zarokbûn wenda bû, tiştê ji zaroktiyê ma bû muzîk bû. Bavê Lorînê yekem kes bû ku hesta muzîkê li ba keça xwe dîtî û û wî herdem piştgiriya wê dikir bo ku ew di rêya muzîkê de berdewam be û li ser şanoyê dest bi strangotinê bike.

Lorîn 14 salî bû dema ku wê dest bi nivîsandina stiranan û çêkirina awazan kir. Ew di gelek grûpan/koman de beşdar bû ye û li ser gelek şnoyan sekiniye, lê Lorînê biriyara xwe da ku ew muzîka xwe ya taybetî çê bike. Muzîkek nêzîkî şexsiyeta wê, muzîkek ku ji çand û muzîka kurdî be digel muzîka ewropî ya ku tesîra xwe li Lorînê, bi salên mana wê li ewropayê kiriye.

Lorîn îro xwendina bilind li fakulta zanistiya rojhilata navîn bi zanistiya siyasî û zimanê rojhilata navîn re, wek kurdî (soranî, kurmancî), farisî û erebî dixwîne. Wê ji bilî xwendina universîtêyê muzîk û teknîka stirangotinê xwendiye.

Lorîn dibîne ku girîng e mirov bi hemû zaraveyên kurdî stranan bibêje, xerîbiya derveyî welatî ew fêrkiriye ku mirov kurd e dema ku ew beşek be ji çanda kurdî û zimanê kurdî bi awayekî giştî.

Berzincî, beşdarî gelek komên muzîkê bûye. Piştra biryara xwe daye ku ew muzîka xwe ya taybetî çê bike. Albûma wê ya yekemîn di sala 2007an de derket.

Albûmên wê biguhêre

  • Çîrokên Evînê (2007)

Girêdanên Derve biguhêre

Çavkanî biguhêre