Namo Marûf, ku bernavkê Lilla Namo tê naskirin, di 25ê îlona 1988an de li civata Kista, wîlayeta Stockholmê ji dayik bûye, rapvaneke swêdî ye ku bi eslê xwe kurd e.

Lilla Namo
Jiyan
Navê jidayikbûnêNamo Marûf
BernavLilla Namo
Jidayikbûn28ê îlona 1988an(1988-09-28) (35 salî)
Kista församling, Stockholms län,Swêd
NeteweKurd
PîşeRapvan
Salên çalak2012– roja me
biguhêreBelge

Kariyera wê biguhêre

Di havîna 2012 de,Lilla Namo yekem single ya xwe, 'Haffa guzz' derxist. Muzîka wê wekî "hip-hop-a bi bîhnek elektronîkî" hate binav kirin.Wê berê bi hunermendên wekî Maskinen, Mack Beats, Mohammed Ali û Marcus Price re hevkarî kiriye.

Di sala 2012an de ew di kategoriya "Hip-hop / soul a salê" de li P3 Gold Gala 2013 hate berbijar kirin.Ew di strana Petter 'King' de ji albûma Början på allt (2013) û di strana 'Vandrar' de ji albûma Mitt folk (2015) derdikeve.

Di sala 2013 de albûma pêşîn ya Lilla Namo Tuggare utan gränser derket. Di sala 2013 de, wê di kategoriya "Nûhatiya salê" de li P3 Gold Gala 2014 xelatek wergirt.

Li kêleka muzîkê, wê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Keyaniyê endezyariyê xwendiye. Di havîna 2014 de, Lilla Namo destpêşxeriyek kir û tîşortên bi nivîsa "Pêşmerge" ji bo piştgiriya mîlîsên kurd û qurbaniyên tundûtûjiya Dewleta Islamî çapand.

Dîskografi biguhêre

Albûma stûdyoyê biguhêre

  • 2013Tuggare utan gränser

EP biguhêre

Single biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre