Li çiyayên Kurdistanê: di bin nîveheyvê de (pirtûk)
Li çiyayên Kurdistanê: di bin nîveheyvê de pirtûkeke li ser seyaheta efserê artêşa Prûsyayê Helmuth von Moltke li Kurdistanê ye û ji nameyên Moltke yên di salên 1838-1839an de hatî nivisandin pêk tê.
Li çiyayên Kurdistanê: di bin nîveheyvê de | |
Nivîskar | Helmuth von Moltke |
Wergêr | Fatih Aydın |
Weşanxane | Weşanên Avesta (bi kurdî) |
ISBN | 9786059082808 |
biguhêre |
Pirtûk di sala 2018an de ji nav çapên Weşanên Avesta ve hate der, ji 234 rûpelan pêk tê û ji aliyê Fatih Aydın ve hatiye qulipandin kurmancî.
Hin anekdotên pirtûkê
biguhêreSiwarbûna kelekê
biguhêreNivîskar di 1ê gulana sala 1938an de li Diyarbekirê li kelekê siwar dibe pêşî li Heskîfê paşê li Cizîrê disekne û heta Mûsilê çûye.
Cizîra Botan
biguhêreReşîd Paşa bi mehan bi top û gulleyan êrîşî vî bajarî kiriye, piştî ku bajêr hatiye zeptkirin hemû mêrên bajêr (ji ber ku êzidî ne) hatine qetlkirin, jin û zarokên wan dîl hatine girtin. Ji ber vê bajar kavil bûye, gelekî kêm kes lê mane.
Mûsil
biguhêreŞêniyên bajêr kurd, ereb, tirk û îranî ne lê zimanê bazarê erebî ye.
Şingal
biguhêreLi vir 34 gundên êzdiyan û bajarekî ku ji aliyê Reşîd Paşa ve hatiye xirakirin heye.
Çilaxa
biguhêreNivîskar piştî Şingalê diçe Çilaxayê û piştî ku pê dihese ku dê Çerkez Hafiz Mehmed Paşa êrîşî keleha begekî kurd bike dixwaze tevlî hêzên osmanî bibe.
Di 12ê gulanê de digêje axa di bin desthiladariya osmaniyan de.
Keleha Saîd Beg
biguhêreLi vir mîrekî kurd ku ev çend sal e otorîteya dewletê nas nake bi 200 leşkerên xwe dimîne. Hêzên osmanî qederê 3000 leşker in, Bedirxan Beg jî bi hêzên xwe re piştgirîya vî şerî dike. Piştî pevçûnên biçûk Saîd Beg û hêzên osmanî li hev tên, lê keleh bi topan tê xirakirin. "Nivîskar ti agahî nade lê ihtîmal e ku ev Saîd Beg kurmamê Bedirxan Beg be."
Çiyayê Xerzan
biguhêre"Li vir nêzîkî 30.000 kurdên bi tiving hene, ew bacê nadin dewletê û bi ti awayî nabin leşkerê dewletê. Lê yekîtiya wan tine û nakokî di navbera hemûyan de heye.![çavkanî hewce ye]
Hezo
biguhêre"Li vir ji xeynî xeyrîmuslîman ti kes nemaye, misilman ber bi çiyayan ve vekişiyane. Min ji bo niştîna leşkeran gundekî vala dît. Gund bi zevîyên xwe re hatine şewitandin. Min xwest rê li ber bigirim, lê divê mirov gunehê xwe bi qaçaxan neyne bila nikaribin vegerin."[çavkanî hewce ye]
Papor (gundê Papûr)
biguhêre"Xelkê vê derê nerevîyaye, bi tivingên destê xwe ji serbanên malên xwe êrîşî me dikin. Me dora wan pêça û gulle li ser wan barandin, hinek ji wan revîyan lê axlebê wan hatine kuştin. Ez çûme ba Hafiz Paşa, jin û mêrên bi birînên giran, ji her 'emrî zarok, ser û guhên jêkirî, kê van dianî 50-100 qirûş bexşîşa xwe distand. Xema bêdeng a kurdan, nalînên bê hêvî yên jinan dîmeneka ku dilê mirov pê dişewte."[çavkanî hewce ye]