Çerkez Hafiz Mehmed Paşa

Çerkez Hafiz Mehmed Paşa (mirin 3yê Gulanê 1866 li Medîne) leşkerê dewleta osmanî.

Di zarokatîya xwe de ji Çerkezyayê dîl hatiye girtin û ji Osmanîyan re hatîye firotin. Li saraya Osmanî mezin bûye û perwerde dîtiye.

Li sala 1936an bûye walîyê Sêwas û Diyarbekirê. Piştî mirina Reşît Paşa ji bo têkşikandina hêzên kurd ketiye nav şeran. Bi alîkarîya Bedirxan Beg keleha Saîd Beg bidest xistiye û wê kelehê bi topan xira kirîye. Li Hezoyê li gundê Papûr qetlîamek kirîye.[1]

Li sala 1839an ji ber ku li Şerê Nîzîpê têk diçe walîtîya Diyarbekirê jê tê standin. Ev şer di navbera mîrê misirê û osmanîyan de qewimîye. Lê di eynî salê de dibe walîyê Erzeromê.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Li çiyayê Kurdistanê Di Bin Nîveheyvê De". Wîkîpediya. 19 çiriya paşîn 2024.