Leter (xwarin)
Leter, biraştina kundirê, mucver navê xwarinek ji kundirê ye. Berê tenê ji kundirê dihatiye çêkirin, lê niha bi heman awayê ji gizêr, darikên siyaleyê ûêd jî çêdikin.
Leter kufte ye?
biguhêreMirov dikare wekî kufte jî bibîne lê bêhtir biraşkek e, tê biraştin. Mirov îro dikare bêje "leter kufteya sebzeyên biraştî ye". Sebzeyên hatine kelandin an nekelî, di nava rûn de tên biraştin, dibin leter. Helbet berê ne wisa bûye, leter tenê ji kundirê bûye.
Leter di wêjeya devkî de
biguhêreLeter navê gundekî Kopê ye. Herwiha di erdnîgariya Kurdistanê de bi heman navê zevî, zixur, raste hene ku berê lê kundir hatine ajotin.
Bi texmînî leter navê cureyekê kundirê ye, heya bigire navê kundira tirşê ye. Ji vê kundirê ev xwarin dihatiye çêkirin û her navê wê jî wisa maye.
- Strana kundirê leterê ku li Serhedê navdar e (kundir kundirê leterê, bînin bavên qenterê...)
- Gotinên civatê (leto leto letero, kundir gewriyê de mero)
Cureyên wê
biguhêre- Letera gizêrê, mucvera gizêrê
- Letera siyaleyê, mucvera siyaleyê
- Letera katekî, mucvera firneyê (firûnê)
Berkelî (bo çar kesan)
biguhêreÇêkirina xwarinê
biguhêreHerdu seriyên kundirê jêbikin, bavêjin û pakij bişon, bişelînin. Çorsane li rêşkerê bidin. Bi destan biguvîjînin, ava wê derînin.
Pîvazên teze ziravane hûr bikin. Pelên hêlizê jî herwiha bişon û hûr bikin. Penîra şûştî bipişirînin an bidin rêşkerê. Ji xeynî xwê, tevayiya berkeliya (melzeme) xwe berdin nava kundirê û tevdin.
Di rûnbirêşkê de rûnê xwe biqijilînin, bi kevçiyê parçeyan gorî dilê xwe amade bikin, bavêjin nav rûnê. Zerayiyê bi herdu aliyan bixin.
Bi kefgîra qulqulkî (kevçîng, mevsik) rûnê wê bidarivînin, raxînin ser kaxeza xwarinê ya rûnê digire. Xwêya xwe pê werbikin, li binikan belav bikin, bînin ser destexaneyê (sifre).
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |