Laş

(Ji Leş hat beralîkirin)

Laş (ango leş) tê wateya ser û dest û û pişt û zik û her dera mirovekê/î yan ajelekê/î.

Di kurdî de leş bi van gotinan jî tê navandin: cesed, cism û gewde.

Zanînên me yên li ser derveder û lebta laşê mirov, hê ji piçûkayî ve, bêhtirên caran nêzîrkî rastiya zanîstî ne. Lê kêm-zêde ew zanîn bi tenê naskirina qaşûl (çerm) û wêne û kêsmê mirov e. Ew wêne bi me xweşik e, yan nexweşik e. Dîtinên û berhemê hunermendên reyalist, yên heyamên berê, bi gelemperî, bûne pîvan û endaza xweşikbûn û nexweşikbûnê.

Di binê çerm de hinav û komên organên(endam) pir têkel û aloz veşartî ne. Em dikarin di wan endaman de parçeyên hê piçûktir bibînin û di wan de jî hê yên piçûktir hene û em dikarin wilo pêde herin ta, ko em bigehine, yên ko ne bi mikroskoban bin nayên dîtin. Her parçe bi form û avakirina xwe ji yên din cê û başqe ye û karûbarê ko pê dirabe jî nîşaneke sereke û taybetî ye.

Avayiya laşê mirov mijara zanistiya, ko jê re dibêjin anatomya ye. Karûbarê, ko laşê mirovî pê dirabe mijara fîzyolojyayê ye. Guhertinên tenduristî yên laşê mirov mijara lêkolînên anatomiya patolojî ye. Guhertinên tenduristî yên karûbarên laşê mirovî mijara lêkolînên fîzolojya patalojî ye. Ev nav tev ji zimanê yûnanî hatine girtin, lê gişt di her zimanî de têne bikaranîn, ew navnetewî ne.

Beşên laşê

biguhêre

Avabûna Laşê Mirov

biguhêre

Em dikarin ji du aliyan ve li laşê mirov meyzênin:

  • Ji aliyê avabûna wî ya kîmyayî ve
  • Ji aliyê struktûra parçeyên lêş ve.

Ji aliyê kîmyayî ve laşê mirov bi piranî ji avê ye. Eger giranbûna mirovekî 70 KG (Kîlo Gram) be, ji wê 45 KG av e, 14 KG protein e, 7 KG çewrî(bez) ye, 0. 5 KG glycid e (bixwêne glîsîd!) û 3.5 KG çend texlîtên xwê ne. Her ko mirov kal dibe av di laşê wî de kêm dibe. Bê av jiyan nabe, lê ticaran ava xurû di lêş de peydenabe. Hin xwêyên, ko nayên pişaftin di biheketiya dinan û hestûyan de ne. Lê li wir jî ne bê guhertin in.

Nîşana jînê û karaktera wê ya diyar pevguhertina keresteyî (materyalî) ye, ew jî pevguhastina materyal û enerjiyê (tehnê, taqatê) ye. Hemû bizavên jînê enerjiyê xerc dikin. Laşê mirov enerjiyê (xwarinê) ji derve distêne. Mirov xwarinê dixwe: pêşî bi dinanan hûr dike û piştre di ûr û roviyan de diherisîne. Xaneyên laş jî wê dihêrivênin, dişewitênin. Ev şewtandin enerjiyê dide laş. Bi enerjiyê organên laş avadibin, yên kevin nû dibin, xwîna ko laş winda bike nû dibe. Laş enerjiyê ji xwe re dike ardû, imbar dike, dike çewrî. Yek ji giringtirên materyalên, ko laş ji derve distêne oksîcên (oxygenium, O2) e. Oksîcên ji bê bi bêhnkişandinê tê pişikan. Ne her materyalê, ko laş distêne dibe enerjî û dikeve nav avakirna organên nû yên laş de. Pareke mezin jê tê avêtinî derveyî lêş, wek: xwêdan, destava piçûk, destava mezin û bêhnberdana karbona dîoksîdê (carbondeoxygenium, CO2). Neberdewamkirina pevguhastina materyal û enerjiyê dike mirina laşê mirov.

Ji aliyê struktûra parçeyên laşê mirov ve, parçeyê bingehîn xane (cellula) e. xane pir piçûk in, ne bi mikroskopê be, nayên dîtin. Xane ji sê peşên sereke biheketiye: navik, li hawîrdorî navikê sîtoplazma û tev di parzûna xaneyê de ne. Navik û sîtoplazma bi têkiliyên ve pir aloz in. Guhertina materyal û enerjiyê di sîtoplazmayê de diqewime, lê kodên jîna mirov di navikê de ne, wek: koda tuxum, zayend (cins) ûhd. parzûna xaneyê, xaneyê dighîne dinyaya derve û tê ve xurek (xwarinê) derbasdibe hundurû, da were şewitandin û jibermayî xurek jî tê ve têne avêtin. xane, zû yan dereng , her yek li gor texlîtê xwe, hinbihin pîr dibin û dimirin. Li şûna wan yên nû çêdibin, lê yên nû jî, hin pîrîtiya gelmper bi wan re heye û ev e sedem û bingiha pîrbûna mirov û dawî jî mirina wî.

Xaneyên ji yek texlîtî bi hev re şane çêdikin. Şaneyên laşê mirov çar in:

Rûkeşe şane

biguhêre

Çerm beşek ji şaneya rûkeş( rûkeşeşane)e,ko hawîrdorê laşê mirov û organên hindurû dinixumêne û dipêçe. Ji xeynî pêçana lêş û organan, karê çerm pevguhastina keresteyî (materyalî) ye wek: birina oksîcênê û dana xwehdanê.

Bestere şane

biguhêre

Beşen bestere şaneyê xwîn,çewrî, kirkirak û hestîye. Hestî kelexê barhêl e, ko karê wî rahiştina laş e. Hestî kelexê di skeletê laşê mirov û kirkirakê de ye. Kirkirak bi dawiya hin hestiyan ve, di zengelor û di guh de ye. Hestû ji hemû kelexên din hişktir e. Ko mirov berbi kalbûnê ve diçe hestû pûçdibin û zûtir dişkin.

Şaneya maskûlke

biguhêre

Maskûlke şane kelexê ko xwedî karaktera girtin û berdanê ye, kişandin sistkirinê ye. Sê texlîtxên maskulkan hene, ew jî bi erkên xwe ji hev cêne:

Maskûlkeya lûs(hilû)

biguhêre

Lûse maskûlke hêdî hêdî dilivin û karê wan derî vîna mirov e. Ew di roviyên zirav û stûr de ne, di ûr û di çerm de ne.

Masûlkeya peyker

biguhêre

Peykere masûlke xurt dilebitin û li gor vîna mirov kardikin, tevlî ko em carna jî bîra vê yekê nabin. Ev maskulkeyan hestiyan di lebitînin û hin endamên wek: çav, ziman ûhd.

Maskûlkeya dil

biguhêre

Dile masûlke bi serê xwe ye. Karaktera wê dilkutka peryodî ye. Ne li gor vîna mirov dijene û kardike.

Şaneya demar

biguhêre

Demare şane kelexê ko bi pevguhastina infermasyonê (agadariyê) dirabe. Du texlîtên xaneyên demar (demarexane) hene. Demarexaneyên navendî yê laşê gewr, ko ew jî mêjî ye. xaneyên demare yên din laşê sipî, ko ew jî ra ne.

Hemû endam(organan) û tevayiya laşê mirovî aloz ji her çar texlîtên şaneyan bi hev re çêdibe. Karûbarê endaman jî pir aloz e. Pir endam bi hev re kar dikin û koendam(koma endeman) çêdikin. Koma hemû sîstemên organî bi hev re organizmê mirov, yan jî laşê mirovî çêdikin, yê ko tevlî aloziya xweyî herî mezin, dîse yekîtiyeke necêkirî bi dinya dora xwe re çêdike. Koma hemû parçeyên laşê mirov û bertekiya (reaksyon) wan, ya zû bi guhertina dinya hawîrdorî xwe ve, bi du sîstêman tê ajotin. Sîstêma pêşî kevnare ye û ew hêdî hêdî kardike. Ew jî bi taybetî bi afirandina hin hormonan pêktê. Sîstêma din nûtir e û zû kardike. Ew jî bi mejî, ra û hesteyan (hesteyê dîtinê, bihîstinê, hingavtinê, behnkirinê û çeştinê) pêktê.