Lûleya guhêzer

Lûleya guhêzer an jî coga guhêzer (bi latînî: vas deferens an jî ductus deferens) navê borriyên masûlkî ye di navbera alozeyan û mîzerê de.

Lûleyên guhêzer di navbera alozeyan û mîzerê de cih digirin.

Di zimanê latînî de ‘vas’ bi wateya lûle, ‘deferens’ bi wateya guhêztin, kişandin, birin tê bikaranîn[1].Ango ‘wateya vas deferens’ lûleya guhêzer e. Hin caran li dewsa vas deferens, peyva ductus deferens, ango coga guhêzer jî tê bikaranîn[2]. Du erkên lûleya guhêzer heye; embarkirina sperman û guhêztina sperman [3].

Anatomiya lûleya guhêzerBiguherîne

Ji her gunek lûleyek guhêzer dirêj dibe, ango di laşê mirovê nêr de du lûleyên guhêzer heye. Spermên ji alozeyê derdikevin, dikevin nav lûleya guhêzer[4].Lûleya guhêzer borriyek bi dirêjiya 50 cm ê, ji alozeyê di nav bendikê gunê (bi înglîzî: spermatic cord) de ber bi jor dirêj dibe, di nav zikekelênê de ji bendikê gunê cihê dibe, li ser mîzdankê derbas dibe û li paş mîzdankê ber bi jêr dirêj dibe, digihîje coga avêtinê[5]. Dirêjiya lûleya guhêzerê ji bo embarkirina sperman tê bikaranîn[3]. Li nêzikê rijênê prostat, kotahiya lûleyên guhêzer piçek fireh dibe ev beşa firehbûyî dişibe kûpê. Di zimanê latînî de ji bo kûpên biçembil ên ji axê hatine çêkirin re peyva 'amphora' tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî de amphora guheriye û bûye ampulla[6]. Loma kotahiya firehbûyî ya lûleya guhêzer wekî ampulla tê navkirin. Kûp (ampulla) ji bo sperman wekî embar kar dikin. Cogên avêtinê bi mîzerê yê ve girêdayî ne. Heke ji bo demek dirêj sperm ji lûleya gûhêzer neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin[7]. Ampulla bi çikildanê tovavê ve girê dibe û coga avêtinê peyda dibe[2]. Herdu cogên avêtinê di nav rijênê prostat de bi mîzerêyê ve girêdayî ne[7].

Pêkhateya lûleya guhêzerBiguherîne

Lûleya guhêzer dîwarek stûr lixwe digire[8]. Dîwarê lûleya guhêzer ji sê çînan pêk tê. çîna navî lînceperde ye, ji rûkeşeşaneyê pêk tê. Kûlkexaneyên rûkeş (bi înglîzî: ciliated epithelium), kulkên xwe dirêjê nav cogê dikin. Rûyê çîna navî qatqatî û qurmiçî ye û bi sperman ve di nav têkilîyê de ye. Çîna naverast a lûleya guhêzer, çînek masûlkî ye. Çîna naverast ji sê çînên lûsemasûlke pêk tê. Çîna navî ya masûlkî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, çîna naverast ji lûsemasûlkeyên bazinî û çîna derve jî disa ji lûsemasûlkeyên dirêjkî pêk tê[9]. Masûlkeyên lûleya guhêzer dor bi dor, bi ahengî girj dibin û xav dibin çalakiya van masûlkeyan wekî perîstalsî tê navkirin. Arasteya perîstalsiya masûlkeyên lûleya guhêzer, ji alozeyê ber bi mîzerê ye. Ango sperm ji ber çalakiya lûsemasûlkeyên lûleya guhêzer, ber bi mîzerê tên paldan. Çîna derve ya lûleleya guhêzer ji bestereşaneyê pêk tê. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar di nav çîna bestereşaneyê de cih digirin.

Vazektomî, stewkirina nêranBiguherîne

 
Birrîna cogên alozeyê wekî vazektomî tê navkirin.

Vazektomî (bi înglîzî: vasectomy) corek niştergerî ye bo rêgirtina ducaniyê. Di nêran de lûleyên guhêzer tên birrîn û girêdan bi vî awayê avêtina sperman tê rawstandin[10].Bi gelemperî vazektomî ji bo rêgirtina rûdana ducaniyê tê bikaranîn. Lê hin caran dibe ko di aloze an jî gunan de kulbûn (înfeksiyon) peyda bibe, vê gavê ji bo pêşî li kulbûnê were girtin û ziyan negihîje gunan, bi vazektomiyê pêwendiya gun û mîzerê tê qutkirin.

Piştê vazektomiyê di gunan de berhemanîna sperm û hormonan nasekine, didome, lê ji ber ko lûleyên guhêzer bi alozeyan ve girdayî nîn in, sperm di alozeyê de dimîne. Hormon bi navbeynkariya xwînê belavî laş dibin, loma vazektomî bandor li ser rêjaya hormonên nêrîneyê nake. Kesên vazektomî bûye dikare bi awayekî asayî bikeve têkiliya zayendî. Çûkê van kesan bi awayekî asayî rep dibe û avêtin disa rû dide. Di tovava avêtinê de tenê derdanên rijenê Cowper, prostat û çikildanên tovavê heye. Ango ji bo pîtîna hêkê sperm tune, loma her çiqas avêtin di nav zêyê de bêne berdan jî pîtîn û ducanî rû nade[11].

ÇavkanîBiguherîne

  1. vas deferens. (n.d.) American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved December 17 2021 from [1]
  2. a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  3. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  6. ampulla. (n.d.) Collins English Dictionary – Complete and Unabridged, 12th Edition 2014. (1991, 1994, 1998, 2000, 2003, 2006, 2007, 2009, 2011, 2014). Retrieved December 18 2021 from [2]
  7. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  9. Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "ductus deferens". Encyclopedia Britannica, 25 Jun. 2018, [3] Accessed 18 December 2021.
  10. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  11. Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "vasectomy". Encyclopedia Britannica, 12 Aug. 2021, [4] Accessed 18 December 2021.