Lîsteya bajarên Ûkraynayê
Va ye lîsteya hin bajarên Ûkraynayê ye.
Li Ûkraynayê 24 oblast û 459 bajar (bi ûkranyayî: мiсто, mîsto) hene. Ji van bajaran, Kîev (Kiyîv) û Sevastopol xwediyê statûya taybet in. Her wiha bajarê Krîmê ku li sala 2014an ji aliyê Rûsya ve hate dagirkirin, li gor makeqanûna Ûkraynayê komareke xweser e. Dîsa qismek ji bajarên Donyetsk û Lûganskê, ku wek Herêma Donbasê tên binavkirin, di bin kontrola alîgirên Rûsyayê de ne. Li herêma Donbasê ji sala 2014an ve şerê navxweyî didome. Bi giştî 279 bajarê rayon û 178 bajar ên ku bi oblastekê ve girêdayî ne hene.
Li gor hejmara nifûsê bajarên herî mezin Kîev, Xarkîv û Dnîpro ne. Bajarên wek Xarkov, Dnîpro û Zaporîjjiya bi sanayiyê û bajarên wek Kîev, Odessa û Lvîvê jî di warê turîzmê de pêşketî ne.
Galerî
biguhêreLîsteya bajarên sereke yên Ûkraynayê
biguhêreNîşe:
- Bajarên ku bi tîpa 'S' hatina diyarkirin xwedî statuyeke taybet e. Tîpa 'R' statûya rayon, Tîpa 'O' bajarên ku di nav herêmên Olbastan daye diyar dike.
- Bajarê Pripyat, jiber bûyera Çernobîl ya teqîna kîmyewî hatiye valakirin