Lêkerên kurmancî

(Ji Lêkerên kurdî hat beralîkirin)

Lêkerên kurmancî peyvên liv, livîn û livandinê yên kurmancî ne. Bo nimûne, hatin, çûn, kirin, kuştin û mirin lêker in lê sêv, sor, baş, mal yan di, li, jê ne lêker in.

Ev rûpel li ser tewîn (çemîn) û xebitîna lêkerên kurmancî ye.

Tewîna lêkerên kurmancî biguhêre

Komên lêkeran li gor tewînê biguhêre

Koma I biguhêre

Rader Rayê lêkerê Dema niha
barîn -bar- dibare
bezîn -bez- dibeze
bûn (3) -b- dibe
çûn -ç- diçe
dizîn -diz- didize
gihan -gih- digihe
kolan -kol- dikole
renîn -ren- direne

Ravek bo koma I

Ji bilî lêkerên anîn, dirûn, gan, girîn, jîn, man, şiyan û zan hemû lêkerên bi tîpên în, ûn û an bi dawî tên, dikevin vê komê. Di dema niho (presens) û ya bêt (future) de, în' an ûn yan ana xwe wenda dikin û paşgirên kesîn û pêşgirên demkî yan ên negasyonî digirin.

Koma II biguhêre

Rader Rayê lêkerê Dema niha
axiftin -axiv- diaxive
girtin -gir- digire
guhertin -guher- diguhere
lîstin -lîz- dilîze
kuştin -kuj- dikuje
jendin -jen- dijene

Ravek bo koma II:

Ji bilî lêkerên bi tîpa a+dengdarek+tin bi dawî tên, hemû lêkerên bi dengdarekê (konsonant, îng. consonant) û her sê tîpên tin/din bi dawî tên, ciyê xwe di vê komê de digirin. Di demên niho û ya bêt de tin/din dikeve û eger ji berî wê tîpa f hebe, dibe v (axiftin > diaxivim), s dibe z (lîstin > dilîzî) û ş dibe j (kuştin > dikujin).

Koma III biguhêre

Rader Rayê lêkerê Dema niha
axaftin -axêv- diaxêve
bijartin -bijêr- dibijêre
biraştin -birêj- dibirêje
guhastin -guhêz- diguhêze
hejmartin -hejmêr- dihejmêre
parastin -parêz- diparêze
qewartin -qewêr- diqewêre
ve/şartin ve-şêr- ve/dişêre

Ravek bo koma III

Hemû lêkerên bi tîpa a + dengdarek +tîn bi dawî tên, dikevin vê komê. Di dema niha û ya bêt de a dibe ê û tin dikeve. Eger li berî tinê f hebe, dibe v (axaftin > diaxêvim), s dibe z (parastin > diparêze) û ş dibe j (biraştin > diparêjin).

Koma IV biguhêre

Rader Rayê lêkerê Dema niha
birin -b- dibe
kirin -k- dike
xwarin -xw- dixwe
çê/kirin çê-k- çêdike
ra/kirin ra-k- radike
ve/xwarin ve-xw- vedixwe

Ravek bo koma IV:

Ji bilî lêkera mirin, hemû lêkerên li dawiya wan dengdêrek (vokal, îng. vowel) û rin (di soranî de rdin) heye, dikevin vê komê. Di demên niha û bêt de rin (rdina soranî) û dengdêra li pêş wê dikevin.

Koma V biguhêre

Rader Rayê lêkerê Dema niha
afirandin -afirîn- diafirîne
ceribandin -ceribîn- diceribîne
çandin -çîn- diçîne
stendin -stîn- distîne
xwendin -xwîn- dixwîne

Ravek bo koma V:

Hemû lêkerên bi andin an endin bi dawî tên, dikevin nav vê komê. Di dema niha û ya bêt de andin an endin dikeve û în (di soranî û hin devokên kurmancî de ên) têt şûna wan.

Koma VI biguhêre

Rader Rayê lêkerê Dema niha
nivistin -niv- dinive
xistin -x- dixe
maliştin -mal- dimale
rû/niştin rû-n- rûdine

Ravek bo koma VI:

Ji bilî lêkerên ristin û hiştin, hemû lêkerên bi -istin an jî -iştin bi dawî tên endamên vê komê ne. Di dema niha û ya bêt de -istin/-iştin dikeve.

Koma VII biguhêre

Rader Rader 2 Rayê lêkerê Dema niha
anîn înan/hênan -în- tîne
avêtin avêştin -avêj- diavêje
cûn cûtin -cû- dicû
dirûn dirûtin -dirû- didirû
dîtin bînan -bîn- dibîne
dotin doşan -doş- didoşe
firotin firoştin -firoş- difiroşe
gan - -gê- digê
gotin - -bêj- dibêje
hatin - -ê-
hiştin hêlan -hêl- dihêle
jîn jiyan -jî- dijî
kan kiyan -kê- dikê
ketin keftin -kev- Dikeve
man - -mîn- dimîne
mêtin, mêhtin mêjan -mêj- dimêje
mirin - -mir- dimire
pan, payîn - -pê- d ipê
patin, pehtin pêjan -pêj- dipêje
rêtin rêjan -rêj- dirêje
ristin rêsan -rês- dirêse
sotin sojan/sojîn -soj- disoje
şiyan - -şê- d işê
şkestin şkiyan -şkê- dişkê
şûştin - -şo- d işo
xwestin xwastin -xwaz- dixwaze
zan - -zê- dizê

Ravek bo koma VII

Lêkerên vê komê heftem bêrêz in û qaydek ji bo çawantewîna wan tine ye. Di pirraniya zimanên hindo-ewropî (înglîzî, almanî, spanî û hwd.) de lêker di demên raborî (îng. past tense) de bi bêrêzî ditewin lê ev bêrêzî di zimanê kurdî de tine ye. Bêrêziya van peyvên jorîn di zimanê kurdî de di demên niha û yên bêt de ye.

Çavkanî biguhêre