Ksîlem yan jî xylem (bi soranî: زایلیم‎, zaylîm (bilevkirina îngilîzî ya peyva xylem e[1]; bi inglîzî: xylem), şaneyek di riwekan de ye. Xaşîleya xaneyên wê sext û stûr e. Şaneya ksîlem piştî çêbûnê heman dimire û di navenda darê de dibe dep (texte). Ev xaneyên mirî wekî boriyeke dep û navvala ne.

Xaneyên ksîlemê dirêj û teng in. Ew avê vediguhase.
Xaneyên zaylimê ya di bin mîkroskopê de

Ksîlem, yek ji du şanya veguhezê ya riwekan e. Ew madeyên girîng ên ku ji bo riwek jîna xwe berdewam bikin pêwîst in, ji beşên din ên riwekê re vediguhasîne.[2] Di navbera madeyên ku ji aliyê zaylim ve tê veguhastin, tê de av û mîneralên ku ji kokên riwekê hatine bidestxistin hene. Şaneya veguhezê ya din a riwekê jî floem (phloem) e. Floem jî şekir û kimyewiyên din ji pel digire û vediguhesîne beşên mayî yên riwekê.

Xaneyên ksîlemê, li her cihê riwekekê de tê dîtin. Av li dijî rakêşê, bi teoriya xwêdan û kêşê[3] ve tê ravekirin.

Ksîlem ji çar tîpê xaneyê pêk tê:

  1. Parankîmaya ksîlemê
  2. Rehikên ksîlemê
  3. Trakeît
  4. Regên ksîlemê

Jê cuda binêrin

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 22 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2017.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://www.bbc.co.uk/schools/gcsebitesize/science/add_ocr_gateway/green_world/planttransportrev1.shtml
  3. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 22 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2017.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)