Kronolojiya Dîroka Bakurê Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Dîroka Bakurê Kurdistanê
  • Tîrmeha 1908ê de li Stenbolê şoreşa Jon-Tirkan(Îtihad û Teraqî) çêbû. Gelek rewşnbîrên kurd jî di nav jon-tirkan de bûn. Li dîjî vê şoreşê, dij-şoreş pêkhat. Di encamê de Jon-tirkan hemî kurd û kesên din yên li nav Îtîhad û Terakîyê de tasfîye kirin. Polîtîkayên tirkkirinê destpê kirin.
  • Piştî şoreşa jon tirkan, cemîyeteke bi navê Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd hate ava kirin. Her wisa wek Cemîyeta Neteweyî ya Kurdan jî tê nasîn. Avakerên vê cemîyetê Emîn Alî Bedirxan, Mihemed Şerîf Paşa, Seyîd Evdilqadir û Zilkûf Paşayê Zava bûn. Di eynî salê de Jon tirkan rê li ber van cemîyetan girt û cezaya mirina da van kesan. Di encamê de Emîn Alî Bedîrxan û Mihemed Şerîf Paşa revîn çûn Ewropayê. Li sala 1909ê de jî cemîyet hate girtin Kurê Emîn Alî Bedîrxan, Sureya Bedirxan vedigere welat û rojnameya Kurdistanê derdixe. Bila bi rojnameya Mixdad Bedîrxan ya li Misirê derxistî neyê tevlîhev kirin.
  • Piştî şoreşê her wisa li sala 1908 cemîyeta Cemîyeta Neşrî Meerîf ya Kurd hatibû vekirin. Ew jî li sala 1909ê hate girtin ji aliyê Jon tirkan ve.
  • Li sala 1908ê piştî şoreşê ji aliyê Ebdulrehman Bedirxan ve dibistaneke kurdî hate vekirin ku kurdên Stenbolê li vir fêrî xwendinê bikin. Ev dibistan jî li sala 1909ê ji aliyê Jon-Tirkan ve hate girtin.
  • Li sala 1910ê de ji aliyê xwendekarên kurd rêxistina Hêvî (rêxistin) hate ava kirin. Avakerên vê rêxistinê; Fûad Temo, Xelîl Koyaliyê Mutkiyê, Emer û Qedrî ji malbata Cemîlpaşazadeyan, Zekî Begê Diyarbekirî. Heta kemalîstan Stenbol standî jî dewam kir. Yanî heta sala 1923yê. Her wisa bi navê Rojî Kurd (kovar) kovarek derxist.
  • Sureya Bedirxan piştî Agirbesta Mondrosê li Misirê komîteyek bi navê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê ava kir.
  • Pişti agirbesta Mondrosê li Stenbolê jî Cemiyeta Tealiya Kurd hate ava kirin. Di vê cemîyetê de gelek rewşenbîr û zanayên kurd hebûn.
  • Li sala 1908ê de li Silêmanî Şêx Seîdê Berxencî li dijî Jontirkan serhildanek da destpê kirin. Heta şerê cîhanê yê yekem dewam kir.
  • Li sala 1909ê de serokeşîrê Eşîrên Millî her wisa serleşkerê Lîwaya Hemîdiye, Îbrahîm Paşayê Mîllî li ser navê Siltanê Osmanî ku Jontirkan ji text anîbû xwar, dest danî ser Şamê lê zêde dewam nekir. Paşî vegerî Wêranşar. Eşîra Şemmar bi alikariya Jontirkan li gel hêzên Îbrahîm Paşa şer kir û di şer de mirî.
  • Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tîyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike lê rêya wî tê girtin û ji aliyê hindek kesên Şikakî ve tê girtin û teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin[1].
  • Li sala 1913ê li Bedlîsê ji aliyê zanayên dîndarên herêmê serhildanek hate destpê kirin. Di encamê de Şêx Salîm revî konsolxaneya Rûsan lê tirkan ew girt û darve kir.
  • Li îlona 1924ê Azadî (rêxistin) kongreya xwe ya yekem dike, biryara serhildaneke giştî derdikeve
  • 3ê îlona 1924 Serhildana Elkê destpê dike
  • 13 reşemeha 1925ê Serhildana Şêx Seîdê Pîranî destpê kir

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:228