Kongreya Kurdnasiyê 1934

Kongreya Kurdnasiyê 1934 an jî Kongreya Yekem a Kurdnasiyê kongreyeke kurdnasiyê ye ku li paytexta Komara Sovyet a Sosyalîst a Ermenistanê li Êrîvanê hat lidarxistin. Kongre bi însiyatîva Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê hate lidarxistin û ji aliyê mijar û berferehiyê ve yekem bû.[1] Pêşengên kurdên Sovyetê yên wê serdemê, wek Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Ehmedê Mîrazî û Çerkez Bakayev beşdarî kongreyê bûn.[2]

Kongreya Kurdnasiyê 1934
WelatKomara Sovyet a Sosyalîst a Ermenistanê, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst
Dema avabûnê1934
DamezrînerKomîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê
Cihê damezrandinêÊrîvan
CureKongreya Kurdnasiyê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1934an de li Akademiya Ermenistanê ya Zanistî beşa "Rojhilatnasî" hat vekirin û xwendekar ji bo perwerdeyê li Lenîngradê hatin şandin. Çar komên xebatê hatin avakirin: tirknasî, erebnasî, îrannasî û kurdnasî. Dûv re Êrîvan piştî Lenîngradê bû duyem navenda kurdnasiyê ya sovyetî. Çar navendên sereke yên kurdnasiyê di nava Yekîtiya Sovyetê de li Lenîngrad, Êrîvan, Mosko û Bakûyê bûn. Bi vî awayî navê kurdnasiyê hatiye danîn. Têgîna "xebatên kurdî" cara yekem di sala 1840 de di dema Împeratoriya Rûsî de derketiye holê, têgîna "kurdnasî" ji Kongreya Êrîvanê ya sala 1934an û vir ve zêde hatiye bikaranîn.[3]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kemper, Michael; Conermann, Stephan. The Heritage of Soviet Oriental Studies (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 9781136838538. Roja gihiştinê 31 tebax 2024.
  2. ^ Karataş, Y. Yılmaz. Demokratik Barışçı Çözüm ve Kürt Sorunu. Evrensel Basım Yayın. ISBN 9786054834747.
  3. ^ Scalbert-Yücel, C., & Le Ray, M. (2011)Bilim, İdeoloji ve İktidar: Kürt Çalışmaları'nın Yapısökümü