Komkujiya Dêrika Hemko 2022

Komkujiya Dêrika Hemko, komkujiyek li dijî sivîlan e ku di 19ê mijdara sala 2022an de li gundê Teqil Betil a bi ser navçeya Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê li dijî kesên sivîl ên kurd ji aliyê balefirên şer yên dewleta tirk vê pêk hatiye.[1][2] Di encama êrîşê de yek jî wan nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi giştî 11 kes jiyana xwe jidest daye.[1][3]

Mijara bingehîn biguhêre

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dîrokên cûrbicûr de jibo êrîşa li dîjî kurdên Rojavayê Kurdistanê gef dixwe.[4] Hinek caran li kurdên Bakurê Kurdistanê û hinek caran jî kurdên deverên din wekî terorîst binav dike[5] û gefên êrîşên li dijî kurdên deverên din ên Kurdistanê dixwe.[4]

Di 13ê mijdara sala 2022an li Kolana Îstîklalê a bajarê Stenbolê êrîşek ku ne diyar e ji aliyê kî ve hatiye kirin li dijî sivîlan pêk hat. Piştî vî êrîşê wezîrê karên navxweyî Süleyman Soylu gef li Rojavayê Kurdistanê xwar. Di derbarê êrîşa Kolana Îstîklalê hinek rayedarên dewleta tirk YPGê û PKKê tawanbar kir[6] û hinek rayedaran jî DAÎŞê tawanbar kir.[7]

Komkujî biguhêre

Êrîşa yekem di despêkê li dijî santirala elektrîkê ya gund pêk hat û 2 xebatkarê santiralê jiyana ji dest dide.[8] Êrîşa duyem kesên ku jibo kuştiyên li santiralê diçin, carek din ji aliyê balefirên şer ên dewleta ve hatine bombebarankirin. Di êrîşa yekem de 2 kes û di êrîşa duyem de 7 kes û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê, bi giştî 11 kes jiyana ji dest dide.[9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Dîmenên komkujiya li Dêrikê û êrîşên li ser Miştenûrê". ANF News. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  2. ^ "Balafirên şer ên dewleta Tirk, Rojava bombebaran dikin". ANF News. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  3. ^ "Vaye hovîtiya ku cihê gotinê nahêle".
  4. ^ a b "Cumhurbaşkanı Erdoğan: Bir gece ansızın gelebiliriz". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  5. ^ "Erdoğan'ın çocuk tavsiyesiyle ilgili kullandığı ifadelere tepki yağdı". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  6. ^ "PKK, Taksim'deki bombalı saldırıya ilişkin açıklama yaptı: İlişkimiz yok". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  7. ^ "PKK saldırıyı üstlenmedi; Türk yetkili IŞİD'i dışlamadıklarını söyledi". euronews (bi tirkî). 14 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  8. ^ "Dîmenên komkujiya li Dêrikê û êrîşên li ser Miştenûrê". ANF News. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.
  9. ^ "Dîmenên komkujiya li Dêrikê û êrîşên li ser Miştenûrê". ANF News. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.