Li hin heremên Kurdistan, bi taybetî li Xinûs û herdû Kelên Hesenan (Kop û Milazgir) ji binmalên (îng. sub-tribe, clan) êlan re kom dibêjin. Peyva kom bi kurdî tê wateya "tîp" an jî "grup". Li heremên din di şûna kom de peyvên wek eşîr, qebîle, ocax, tayfe an jî tîre tên gotin.