Kemberlûya Baravan

Gundekî Bismila Diyarbekirê
(Ji Kenberlî hat beralîkirin)

Kemberlû (1946: Kenberli[2], bi tirkî: Keberli), gundekî bi navçeya Bismil ya Amedê ve girêdayî ye, jê re Kemberlûya Baravan dihê gotin. Ji Bismil 18 km, ji Tepê 7 km dûr dikeve.

Kemberlû
Keberli
Ji aliyê Guhera Nermik
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Navçe Bismil
Nahiye Bismil (navend)
Demografî
Gelhe (2008) 273[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°45′34″Bk 40°49′7″Rh / 37.75944°Bk 40.81861°Rh / 37.75944; 40.81861
Bilindayî 610 m
Koda postayê 21520
Koda telefonê (+90) 412
Kemberlû li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kemberlû
Kemberlû
Kemberlû (Tirkiye)
Map

Li derdora wê Tepê, Sadiyê, Xirbê Hina, Mezrê (Mezra Hûto), Embarçiya, Zerê û Çamelû he ye. Rêya ku ji Bismil diçe Stewrê di vî gundî re derbas dibe.

Gund nîvî li serê qeleçan, nîvî jî li newalê ava bû ye; bi qasî bîst mal e û giş mervê hev in.

Malbatên li gund: Malbata Hecî Ehmed, Malbata Kalo, Malbata Hecî Brahîm, Malbata Hecî Ûsif û Malbata Hecî Çelebî

Herêmên gund biguhêre

Newala Korpalê, Heremê Salo, Erdê Şirîkan, Kurrêvîka, Brûskê, Guhera Şet, Guhera Nermik, Bîrika Ereban, Rezikê Kalo, Girê Tûj, Erdê Reş...

Dîroka gund biguhêre

Dîroka gund gelek kevn e. Wek dihê zanîn gund berê yê filehan bû ye û nifşek niştecihên nuha di serê sedsala 20ê de ji aliyê Mendan hatine û li vir bicîbûne.

Debara gund biguhêre

Debara gund bi granî li ser çandinî ya wek nîsk, genim, ce, pembo, tûtin, bîstan û garis e. Axa wê dewlemend e û ava wê pirr û gurr e.Ji gundiyan hinek pez, çêlek, mirîşk û şamîyan jî xwedî dikin.

Leyistokên gund biguhêre

Leystokên gund: xarmenaj, gog, çakûç û herî, xêzik, dar û pil, morik, heftok, birrê, leystina kapan û çêkirina sînemayê ya ji tenekeyê.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.