Kemberlûya Baravan
Kemberlû (1946: Kenberli[2], bi tirkî: Keberli), gundekî bi navçeya Bismil ya Amedê ve girêdayî ye, jê re Kemberlûya Baravan dihê gotin. Ji Bismil 18 km, ji Tepê 7 km dûr dikeve.
Kemberlû | |
---|---|
Keberli | |
Koordînat: 37°45′34″Bk 40°49′7″Rh / 37.75944°Bk 40.81861°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir (parêzgeh) |
Navçe | Bismil |
Nahiye | Bismil (navend) |
Bilindahî | 610 m (2000 ft) |
Nifûs (2008) | 273[1] |
Koda postayê | 21520 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Li derdora wê Tepê, Sadiyê, Xirbê Hina, Mezrê (Mezra Hûto), Embarçiya, Zerê û Çamelû he ye. Rêya ku ji Bismil diçe Stewrê di vî gundî re derbas dibe.
Gund nîvî li serê qeleçan, nîvî jî li newalê ava bû ye; bi qasî bîst mal e û giş mervê hev in.
Malbatên li gund: Malbata Hecî Ehmed, Malbata Kalo, Malbata Hecî Brahîm, Malbata Hecî Ûsif û Malbata Hecî Çelebî
Herêmên gund
biguhêreNewala Korpalê, Heremê Salo, Erdê Şirîkan, Kurrêvîka, Brûskê, Guhera Şet, Guhera Nermik, Bîrika Ereban, Rezikê Kalo, Girê Tûj, Erdê Reş...
Dîroka gund
biguhêreDîroka gund gelek kevn e. Wek dihê zanîn gund berê yê filehan bû ye û nifşek niştecihên nuha di serê sedsala 20ê de ji aliyê Mendan hatine û li vir bicîbûne.
Debara gund
biguhêreDebara gund bi granî li ser çandinî ya wek nîsk, genim, ce, pembo, tûtin, bîstan û garis e. Axa wê dewlemend e û ava wê pirr û gurr e.Ji gundiyan hinek pez, çêlek, mirîşk û şamîyan jî xwedî dikin.
Leyistokên gund
biguhêreLeystokên gund: xarmenaj, gog, çakûç û herî, xêzik, dar û pil, morik, heftok, birrê, leystina kapan û çêkirina sînemayê ya ji tenekeyê.
Galerî
biguhêre-
Ji aliyê Xirbê Hina
-
Rezikê Kalo
Çavkanî
biguhêre