Keçika niftikfiroş

çîrokeke Hans Christian Andersen

Keçika niftikfiroş[1] ( bi danîmarkî: Den Lille Pige med Svovlstikkerne, tê wateya "Keça piçûk a bi niftikan") çîrokeke wêjeyî ya helbestvan û nivîskarê danîmarkî Hans Christian Andersen e.Çîrok, li ser aşopî û hêviyên zarokek ku dimire, yekem car di sala 1845an de hate weşandin. Ew ji bo medyayên cihêreng, di nav de fîlmên anîmasyon, zindî-aksiyon û VR, û her wiha muzîkalên wêneguhêzê hatine lêanîn.[2]

Keçika nifitikfiroş

Naverok biguhêre

 
Wêne li gorî pirtûka Hans Andersen's Fairy Tales (1888)

Di şeveke sersalê de, keçikeke hejar û pêxas , ku dicemide , hewl dide ku li kolanan niftikan bifiroşe. Ji tirsa ku biçe malê, ji ber ku bavê wê ji ber ku niftikan nefiroşe wê li wê bixista, ew li kuçeya di navbera du malan de rûdinê û yek bi yek niftikan vê dixe, da ku xwe germ bike.Lêbelê, keçik ji hêla rêwiyan ve tê paşguh kirin ji ber ku kes jê nakire, ew dihêle ku ew di hewaya sar de tenê janê bikişîne.

Di agirê niftikan de, ew rêzek dîmenên aramdar dibîne: sobeya hesinî ya germ, qazê biraştî ya xweş, dara sersalê ya mezin û bi heybet. Her dîtiniyek winda dibe dema ku niftika wê ditemirîn e. Li esmanê ew stêra rijyar dibîne, ku dapîra wê ya gorbihişt got ku tê vê wateyê ku kesek li ser riya bihuştê ye. Di agirê niftika paşîn de ew dapîra xwe ya mirî dibîne, yekane kesê ku jê re bi hezkirin û dilovanî tevdigerand . Ji bo ku dîtina dapîra xwe heya ku gengaz be zindî bihêle, keçik tevahiya pakêta niftikan vê dixe.

Dema ku niftikan ditemirînin, keçik dicemide , dimire û dapîra wê giyanê wê dibe bihuştê.Sibetirê rêwiyan kelexa keçikê bi bişirînek li ser rûyê wê dibînin û dilsojiya xwe tînin ziman. Ew nizanin li ser dîtinên behît ên ku wê dîtibû, an ku ew bi dapîra xwe ya li bihuştê re çiqas bextewar e.[3]

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Wordpress". Çîroka zarokan “Keçika niftikfiroş” (kirbîtfiroş) ji Aynur Bozkurt. 23 îlon 2008. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ Roettgers, Janko (13 çiriya pêşîn 2016). "VR Review: 'Allumette'" (bi îngilîzî). Variety. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ Tatar, Maria (2008). The Annotated Hans Christian Andersen [en]. W.W. Norton. ISBN 978-0-393-06081-2.