Kazım Karabekir

generalê osmanî

Musa Kâzım Karabekir (jdb. 1882 li Stenbol - m. 26ê kanûna paşîn a 1948 li Enqere) hevalê nêzîk ê Mustafa Kemal Atatürk, generalê artêşa Osmanî, yek ji serokên Parlamena Tirkiyê, yek ji damezrênerên Terakkiperver Cumhuriyet Fırkası (Partiya Komara Pêşverû) ye.

Kazım Karabekir
Image dans Infobox.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
an jî Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Küçükmustafapaşa (d) (Fatih, împeratoriya Osmanî)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Cihê goristanê
Goristana Dewletê ya Tirkiyeyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Dibistana Leşkerî ya Osmanî (en)
Kuleli Military High School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Leşker, siyasetmedarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiyên siyasî
Partiya Komara Gel (-)
Progressive Republican Party (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Infantry (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Payeya leşkerî
Brigadier general (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
şanenava Kazım Karabekir
Şanenav

Di dawiya Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê de xwedî cih û roleke girîng e. Tevlî hemî şerên Osmaniyan ên beriya têkçûnê dibe û têkiliyên Mustafa Kemal Atatürk û YKSSê birêvedibe. Piştî damezrandina komarê nakokî di navbera wî û Atatürk de derdikevin û hemî erk û peywirdariyên wî jê tê girtin. Heya bigire Atatürk qesta kuştina wî û nivîskarê sirûda neteweyî ya Tirkiyê Mehmet Akif Ersoy, Rafet Bele hwd gelekên ku berê hevalên Atatürk ên nêzîk bûn dike.

Di dema Şerê Cîhanî yê I. de yek ji fermandarên mezin ê Osmaniyan li Kurdistanê ye. Tevlî şerê Osmanî û Rûsan dibe. Derbarê pirsgirêka Kurdistanê de nêrînên wî û Atatürk hevûdu nagirin. Wî wekî keyên Rûsan û gelên bindest ên li Rûsyayê mînak digirt û ne li dijî Kurdistaneke sist û qels bû. Lê Atatürk pişavtina Kurdan û Tirkkirina wan digot.

Pirtûkên wî heya van nêzîkan qedexe bûn biguhêre

Tenê çend pirtûkên wî yên di ciwaniyê de nivîsîbû li pirtûkxaneyan hebû yên din qedexe bûn. Lewra ew piştî damezrandina komarê ji ber nêrînên xwe ji aliyê Atatürk ve hatibû aforozkirin. Hêj jî çend pirtûkên wî û bîranînên wî yên dawiya temenê xwe de nivîsîne, veşartîne.

Atatürk û Karabekir an Stalîn û Troçkî biguhêre

Gorî hin rewşenbîrên Tirkiyê rewş û têkiliyên wan dişibiyan hevûdu. Herdû mînak jî ji bo berjewendiyên ferdî û nêrînên egosantrîk destdirêjiya hevalbendên xwe dikir. Karabekir ji ber ku fermandarê mezin ê artêşa Tirk li Kurdistanê bû di pirtûkên xwe de gelek behsa Kurdan û Kurdistanê dike û ji bo dîroknasên Kurd girîng e. Heya bigire ji aliyê İsmet İnönü ve bi "Kurdperweriyê û têvlîbûna serhildana Şêx Seîd" ve jî tê tewanbarkirin.

Hin ji berhemên wî biguhêre

  • Ankarada Savaş Rüzgarları - Li Enqereyê bayên şer
  • Bir Duello ve Bir Suikast - Dûelloyek û sûîkastek
  • Cehennem Değirmeni 1-2 - Aşê dojehê
  • Hayatım - Jiyana min
  • Kürt Meselesi - Pirsgirêka Kurd
  • Sarıkamış-Kars ve Ötesi - Sariqamiş-Qers û hew
  • Nutuk ve Karabekir'den Cevaplar Nutuk (a Atatürk) û bersîvên Karabekir