Karnameya Erdeşêrê Babekan

(Ji Kar-Namag i Ardashir i Pabagan hat beralîkirin)

Karnameya Erdeşêrê Babekan[1] (Kārnāmag ī Ardaxšīr ī Pābagān, bi îngilîzî: Book of the Deeds of Ardeshir, Son of Papak, bi farsiya nû: کارنامهٔ اردشیر بابکان), çîrokeke pexşanê ya kurt bi pehlewî ye ku di dema sasaniyan (226-651) de hatiye nivîsîn.[2] Çîrok behsa damezrînerê sasaniyan Erdeşêrê Yekê dike. Jiyannameya wî, derketina wî ya ser text, şerê li dij mîrê ErdewanêPartan û fetha împeratoriyê ji aliyê kurên malbata Sasan û wekî din jî paşmagirê wî Şabuhr û kurê Şabuhr, Ohrmezd.[2]

Diravekî Erdeşêrê Yekê (224–242) û Şapur I (240-270).

Çîrok tercimeyî gelek zimanan hatiye kirin. Tercimeya herî kevin a îngilîzî ji aliyê Darab Dastur Peshotan Sanjana ve ye, di 1896an de hatiye tercimekirin.[3]

Miqayesekirina pehlewî, kurdî û farisî

biguhêre

Translîterasyona pehlewî:[4]

pad kārnāmag ī ardaxšīr ī pābagān ēdōn nibišt ēstād kū pas az marg ī alaksandar ī hrōmāyīg ērānšahr 240 kadag-xwadāy būd. spahān ud pārs ud kustīhā ī awiš nazdīktar pad dast ī ardawān sālār būd.

pābag marzobān ud šahryār ī pārs būd ud az gumārdagān ī ardawān būd. ud pad staxr nišast. ud pābag rāy ēč frazand ī nām-burdār nē būd.

ud sāsān šubān ī pābag būd ud hamwār abāg gōspandān būd ud az tōhmag ī dārā ī dārāyān būd ud andar dušxwadāyīh ī alaksandar ō wirēg ud nihān-rawišnīh ēstād ud abāg kurdān šubānān raft.

Tercimeya kurmancî:[çavkanî hewce ye]

Di kar nameya Erdeşêrê Babekan wiha hatibû nivisîn ku piştê ji mirina Îskenderê Romayî di Êranşehr 240 xweday xanî (mîr) hebû. Îsfehan û Fars û herêmên nêzîktirê wî di destê Erdewan salar bû.

Babek merzwan û şaryarê Faris bû û ji nûnerên Erdewan bû. Û di Stexr dirûnişt. Û Pabeg re hîç ferzendê nav berdar nebû.

Û Sasan şivanê Babek bû û herdem digel garran (pezan) bû û ji toxmê/tovê Darayê Darayan bû û di bin dijxwedahiya Îskender reviyabû û bi awayekî nihênî û digel şivanên Kurdan çûbû.

Wergera farisî:[çavkanî hewce ye]

در کارنامهٔ اردشیر بابکان ایدون نوشته شده‌است که پس از مرگ اسکندر رومی، ایرانشهر را ۲۴۰ کدخدای بود. اسپهان و پارس و سامان‌های نزدیک به آن‌ها در دست سالار اردوان بود. بابک شهریار و مرزبان پارس و از گماردگان اردوان بود و در (شهرِ) استخر نشیمن داشت. بابک را هیچ فرزند نا‌م‌برداری نبود. و ساسان، (که) شبانِ بابک بود، همواره همراه با گوسفندان بود و از تخمهٔ دارایِ دارایان بود. و اندر دژخدایی (= حکومتِ بد) اسکندر به گریز و نهان‌روش شده بود و با کُردهای شبان می‌رفت.

Çavkanî

biguhêre
Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ Salih, Axwend Mihemed (2019). Kurdgalnamek (Kurdbêjname) Gencîne û şahkareke hêja ya dîroka kevn a kurd û beluçan. Mersin: Weşanên Azad. r. 18. ISBN 978-605-81463-1-0. OCLC 1193248098.
  2. ^ a b C. G. CERETI, "KĀR-NĀMAG Ī ARDAŠĪR Ī PĀBAGĀN" in Encyclopædia Iranica
  3. ^ "The Kârnâmag î Ardashîr î Babagân". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 adar 2020. Roja gihiştinê 4 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "TITUS Didactica: Middle Persian Sample Text". titus.uni-frankfurt.de. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.

Girêdanên derve

biguhêre