Kana Turdayê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna pêşîn 2024) |
Kana Turdayê yan jî Kana xwê ya Turdayê kaneke xwê yê li devera Durgău-Valea Sărată ya Turdayê ye ku duyem bajarê herî mezin ê li parêzgeha Cluj a li bakurê rojavayê Transîlvanyayê ye. Kana xwê ya Turdayê ku di sala 1992an de ji bo geştiyariyê hatiye vekirin, di sala 2017an de serlêdana 618.000 geştiyarên romanî û biyanî pêk hatiye.[1]
Kana Turdayê
| |
---|---|
46°35′Bk 23°47′Rh / 46.59°Bk 23.79°Rh | |
Dewlet | Romanya |
Li beşa îdarî | |
Adres | Str. Salinelor 3, municipiul Turda |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kana Turdayê di sala 2013an de ji aliyê Business Insider ve wekî yek ji "25 gewherên veşartî yên li çaraliyê cîhanê ku hêjayî dîtinê ye" hatiye diyar kirin.[2]
Dîrok
biguhêreKana Turdayê kaneke kaneke dîrokî ye ku cara yekem di serdema antîk de xwê ji vir hatiye derxistin. Kan bi awayeke domdarî xwêya xwarinê ji Serdema Navîn ve hildiberandiye ku yekem car navê kanê di sala 1271an de hatiye seh kirin û ji wî demê vir ve bûye ciheke binavûdeng.[3]
Belgeya yekem ku bi awayeke eşkere li ser hebûna kanzaya xwê ya li Turda dinivîse di 1ê gulana sala 1271ê de ji aliyê serokwezîrê Mecaristanê ve hatiye weşandin. Belgeyên ku ji sedsalên 13an û 14an hatine parastin behsa kanên xwê yên Turda dikin ku di belgeyan de mîkro-daketina li Băile Sărateyê ya kanê hatiye nivîsîn û belge diyar dikin ku li quntara başûrê rojhilatê Valea Săratăyê kanê nû yê xwê hatine dîtin. Odeyên operasyonê li cihên golên xwê yên heyî yên ji deverên ku li jor hatine destnîşan kirin hatine danîn. Wekê ku bi şaftên di qubeya odeya Terezia de diyar dibe, di sedsala 17an de yekem xebatên kana xwê li quntara bakurê rojavayê Valea Valea Sărată dest pê kiriye. Piştê demekê kana Sfântul Anton hatiye vekirin ku xebata kanê heya ku di sala 1932an de hatiye girtin berdewam kiriye.[4] Kana Turdayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de wekê stargehek hatiye bikar anîn û paşê bi demkî wekî navendek hilanîna penîran hatiye bikar anîn.[5]
Nûjenkirin
biguhêreDi sala 1992an de Kana Turdayê wekî navendek haloterapî û cîhek geştiyar a populer ji nû ve hatiye vekirin.[6] Di sala 2008an de kana xwê di bin bernameya PHARE 2005 ESC de binesaziya mezin a herêmî bi lêçûna 5.888.000 € hatiye nûjenkirin û hatiye baştirîn kirin.[7][8] Kan di çileya sala 2010an de ji bo geştiyariyê ji nû ve hatiye vekirin.[9]
Wêne
biguhêre-
Deriyê nû
-
Franz Josef (derketina kevn)
Çavkanî
biguhêre- ^ "Impresionant! Un nou record pentru Salina Turda: 326.000 de turiști au vizitat mina de la Turda în această vară | inTurda.ro" (bi romanî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Willett-Wei, Megan. "25 Unbelievable Travel Destinations You Never Knew Existed". Business Insider (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Turda - 1000 de ani de bunăstare provenită din exploatarea sării". historia.ro (bi romanî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Salina Turda | Scurt istoric". salinaturda.eu (bi romanî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Brito, Catarina De Almeida (27 kanûna paşîn 2016). "Inside Transylvania's subterranean theme park". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Salina Turda are efect terapeutic! Specialistii au demonstrat acest lucru pe soricei imbolnaviti intentionat". Ştiri de Cluj (bi romanî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Nou record de turişti la Salina Turda, anul trecut: Numărul s-a apropiat de populaţia Clujului". Mediafax.ro (bi romanî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Cluj, Gazeta de (29 kanûna paşîn 2010). "Salina Turda, spectacol pe bani europeni". Ziar Gazeta de Cluj (bi romanî). Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Salina Turda a fost modernizată | adevarul.ro". web.archive.org. 15 nîsan 2019. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.