Qedrî Yıldırım

(Ji Kadri Yıldırım hat beralîkirin)

Qedrî Yıldırım (jdb. 5ê sibata 1959an, Licê, Diyarbekir - m. 26ê adara 2021an, Diyarbekir), akademîsyen, nivîskar û parlamenterê kurd e. Ew di 5ê sibata 1959an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bû. Navê bavê wî Masûm û navê diya wî jî Xanim e. Di heman katî de jî ew ji bilî zimanê kurdî zimanên tirkî, erebî, farisî û îngilîzî jî dizane.[1]

Qedrî Yıldırım
Qedrî Yıldırım (2017)
Parlementerê Meclîsa Mezin a Neteweyî
Wezîfedarî
17ê çiriya paşîn a 2015an – 16ê gulana 2018an
Herêma
hilbijartinê
Sêrtê (dema 26an)
Jiyan
Jidayikbûn5ê sibata 1959an
(Amed)
Mirin26ê adara 2021ê (62 salî)
Partiya siyasîPartiya Demokratîk a Gelan (HDP)
PîşeNivîskar, Siyasetmedar
biguhêreBelge

Ew dozîneya xwe di Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê de temam kir. Paşî 13 sal jî mamostetî kir. Ew li Zanîngeha Dîclê û Zanîngeha Artukluyê de xebitî.

Qedrî Yıldırım der barê ziman, dîrok û wêjeya kurdî de gelek pirtûk nivîsandiye. Hejmara pirtûkên ku bi xwe nivîsandiye 14 e.

Qedrî Yildirim di 24ê adara 2021an de ji ber nexweşiya xwînçûna mejiyê rakirin nexweşxaneyê, piştre di 26ê adara 2021an de wefat kir.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Prof. Dr. Kadrî Yildirim koça dawî kir". Kurdistan24. 26 adar 2021. Ji orîjînalê di 26 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2021.